Siyasetvanê Kurd Veysel Kiran 62 salî ji ber pençeşêrê canê xwe ji dest da. Cenazeyê wî li bajarê Elmanyayê Lubeckê hat veşartin. 

Veysel Kiran ji Gimgima Mûşê bû û pêr cenazeyê wî li Lubeckê hat veşartin. Kiran ji 2 salan ve ji ber pençeşêrê dihat dermankirin. 

Veysel Kiran bi salan di hepsên dewleta Tirk de ragirtî ma. Piştî hat berdan di şertên zehmet de salên 90´î ji HADEP´ê bûbû namzetê parlamenteriyê ji Mûşê. Ji ber zextan paşê neçar bûbû penaber li Elmanyayê. Lê li Elmanyayê wî têkoşîna xwe bi israr dewam kir. Ji ber nexweşiyê wî êdî ji bo Heyva Sor a Kurdistanê xebat meşandin. 

Ji hevrêyên wî, hevserokê Fed-Kurdê Kerem Gok, dibêje, “Li nexweşxanê em çûn serdana wî. Gazin ji nexweşiya xwe nekirin. Ji me re got, ´Dibe ku em bimirin, lê têkoşîn zindî ye, wê bijî. Hûn hevalên min jî heger hûn dev ji têkoşînê berdin, ez heqê xwe li we helal nakim.´”

LUBECK