Merasîma cenazeyê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Ozalp di bin ablukaya panzêran û polîsan de bi rê ve çû. Hediye Ozalp beriya jiyana xwe ji dest bide wesiyet kiribû, li gel kurê xwe yê ku di nav refên PKK’ê de şehîd bûyî were veşartin. Lê destûra vê yekê nehat dayîn û ew li Goristana Mohrizê hate veşartin.

Endama Meclîsa Dayikên Aşitiye Hediye Ozalp (65) ev demeke dirêj bû ku li nexweşxaneya Stenbolê ji ber penceşêrê dihat dermankirin. Wê pêr jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê anîn Nisêbînê û di bin dorgirtina bi dehan polîs û panzêran de li Goristana Mohriz a nû hate veşartin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar, Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç, rêxistina HDP’ê ya navçeyê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, malbata Hediye û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. 

Hediye Ozalp ji salên 80’yî  ve bi aweyekî çalak di nava siyasetê de û înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de cihê xwe digirt. Zarokên wê yên bi navê Selîm Ozalp (Cesur Cudî), Mewlud Ozalp (Koçer) di nava PKK’ê de cih girtin û şehîd bûn. Di heman demê de hevjînê wê Derwêş Ozalp jî li Cizîrê ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Hediye beriya ku jiyana xwe ji dest bide wesiyet kiribû ku ew jî li kêleka lawê xwe li Goristana Hecaciyan (Mezelên Şehîdan) a Nisêbînê bê veşartin. Lê dewleta Tirk a dagirker destûr neda malbatê ku ev wesiyeta Dayika Aştiyê Hediye Ozalp bê cih.

MÊRDÎN