Bi pêşengiya Tora Kurdî û Weqfa Mezopotamyayê weşanxaneyên Kurdî li Amedê, li taxa Sûrê “Komxebata Weşangerên Kurd” hate lidarxistin. Komxebat du rojan dewam kir. Di Nava van du rojan de weşangerên Kurd li ser pirsgirêkên weşangeriyê sekinîn û rêxistinîbûnê nîqaş kirin.

Di van du rojan de ew ê li ser pirsgirêkên xwe û rêxistinîbûnê nîqaş bikin. Li ser navê Tora Kurdî Eyup Subaşi destpêkê axivî. Dûre Azad Zal, Remziye Alpaslan û Bahoz Baran ji bo dîwanê hatin hilbijartin û komxebatê dest pê kir.

Rojevên sereke yên komxebatê ev bûn; “Pirsgirêkên rêxistinî yên Weşangeriya Kurdî û Mekanîzmayên Çareseriyê”, “Xebatên Lobîkirin û Fînansmanî: Weşangeriya Kurdî û Şaredarî û Wezareta Çandê” û “Di Standartkirina Zimanê Kurdî de Rola Weşanxaneya Kurdî” 

Nûnerên weşanxaneyên Aryen, Avesta, Azad, Dara, Deng, Doz, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, J&J, Lîs, Lûvî, Morî, Na, Nûbihar, Pall, Peywend, Ronya, Weqfa Mezopotamya, Weqfa Îsmaîl Beşikçi, Zîz di komxebatê de amade bûn.

AMED