- Li Amedê piştî çend salan Pêşangeha Pirtûkan a Amedê hate lidarxistin. Weşangerên Kurd ên beşdarî pêşangehê û yên di heman demê de di rêveberiya organîzasyonê de cih digirin, dan zanîn ku ew heta niha ji elaqeya xwendevanan razî ne û pêşangeh bi dilê wan e.
Weşangerên tevlî Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bûn, diyar kirin ku ew ji elaqeya ji bo pêşangehê kêfxweş in û bang li xwendevanan kirin da ku pirtûkan bikirin û xwedî li nivîskaran derkevin.
Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ku ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Fûarkariya Eylul ve di 16'ê Kanûnê de li Navenda Kongre û Pêşangehê ya Mezopotamyayê destpê kir, wê heta 24'ê Kanûnê dewam bike. Pêşangeh piştî 4 salan careke din pêk hat û nêzî 200 weşanxane tevlî bûn. Li pêşangehê bi beşdariya gelek nivîskaran gelek hevpeyvîn, panel û çalakiya îmzeyan têne lidarxistin.
Weşangerên tevlî Pêşangeha Pirtûkan a li Amedê bûne rewşa pêşangehê nirxandin.
Xwendevan bi hêsanî xwe digihînin pirtûkan
Ji Weşanxaneya J’&J Azad Zal; “Ji bo me gelekî girîng e ku piştî 4 salan li Amedê ev pêşangeh hate lidarxistin. Ji bo weşanger û nivîskaran gelekî girîng e. Di pêşangehên berê de roja destpêkê eleqe zêde tine bû, lê li vir roja destpêkê gelekî qelebalix bû. Ev gel bi qasî nan û avê pêwîstiyê bi pirtûkan û agahiyê dibîne. Em vê yekê gelekî hîs dikin. Ji bo bersivê bidin gelê Kurd weke nivîskar divê em hîn bêhtir pirtûkên bi kalîte û baş çap bikin û belav bikin. Li Tirkiyeyê ji xwe pirsgirêka belavkirinê heye. Bi rêya pêşangehan xwendevan dikarin bi hêsanî xwe bigihînin pirtûkan. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Li pêşangehê em li benda gelê xwe ne.
110 pirtûk û 35 nivîskar
Ji Weşanxaneya Red, Xelîl Samed jî got; “Piştî navbereke dirêj me xwe gihand xwendevanan. Bi rengekî qelebalix derbas dibe, em hêvîdar in baş derbas bibe. Hêvîdarim ku wê eleqe ji bo pirtûkên weşanxaneyan hebe. Di wê baweriyê de me ku em ê pêşangeheke baş derbas bikin. Weke weşanxane em bi 110 pirtûk û 35 nivîskarên xwe li vir in.”
Me nekarî nivîsakarên derveyî welat bînin
Ji Weşanxaneya Dara Bawer Berşev jî ev nirxandin kir; “Nêzî 2 meh in em amadekariyê ji pêşangehê re dikin. Ber bi pêşangehê ve me 24 pirtûk çap kir. Qelebalixî bi rastî jî zêde ye. Em îsal bi 4 nivîskarên xwe tevlî pêşangehê bûn. Çend nivîskarên me li derveyî bajêr û derveyî welat in. Me nekarî wan bînin.”
Bi hesret li hêviyê bûn
Berfo Barî weke berpirsyarê Weşanên Na ji Îzmîrê hatiye tevlî pêşangehê bûye. Wî jî got; ”Em bi hesreta pêşangeh li Amedê bûn. Weke şêniyek Amedê gelekî kêfxweş im ku li vê derê me. Bendewariya me ya ji pêşangehê zêde ye, bi taybetî weşanxaneyên Kurd ên bi Kurdî weşanê dikin di bazarê de pirsgirêkên xwe hene. Ji bo ev bazar xurt bibe, bi dîtina min wê bandora pêşangehê zêde be. Weke weşanxaneyê em bi 30 nivîskarên xwe li pêşangehê ne.
Bûyera Berken Bereh
Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera di bernameya helbestvanê kurd Berken Bereh de derketî holê daxuyaniyek da û got ku xebata wan weke “heqareteke li dijî zimanê kurdî” hatiye parvekirin û bi vê yekê heqaret li keda wan hatiye kirin.
Di Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê de bernameya helbestvanê kurd Berken Bereh hatibû taloqkirin û piştre jî li şûna bernameya wî, cih dabûn bernameyeke din. Berken Bereh helwêst nîşanî vî tiştî dabû û gotibû “Bimre koledarî, ez li vî bajarî ti kesî bi ser xwe re nabînim.” Paşê li eywaneke din bernameya Berken Bereh pêk hatibû. Înisiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî mijarê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê daxuyanî da. Li ser navê înîsiyatîfê, Azad Zal daxuyanî xwend.
Kesî li Kurdî heqeret nekirye!
Zal, diyar kir ku fuarên pirtûkan ku ev 4 sal in li Amedê û li herêmê nedihatin lidarxistin, pêwîstiyeke zerûrî bû û her roj di rojevê de bû. Zal, wiha domand: “Naverok û zimanê hevpeyvîn, panel û bernameyên îmzayan yên weşanxaneyên ku beşdariya fuarê kirin, li gor daxwaz û hesasiyetên wan hatin sazkirin. Nasandin, ragihandin, reklam û teqwîma çalakiyên fuarê bi tirkî, kurmancî û kirmanckî/zazakî hatin amadekirin.”
Zal, anî ziman ku bi sedan weşanxane beşdarî pêşangehê bûne, zêdetirî 400 nivîskar bûne mêvan, bi hezaran pirtûkhez hatine serdanê, bi dehan panel û bername hatine lidarxistin û wiha bi dawî kir: “Di organîzasyoneke weha mezin de, di serî de ji bo kesên ku ked dane organîzasyona fuarê, heqereteke mezin e ku mirov ji bo bo lihevrasthatina du bernameyan wekî ‘Heqereta li zimanê kurdî’ bi nav bike. Di heman demê de heqaret e ji bo ‘Weşangerên kurd’ ên ku di vê mijarê de hesas in.”
ANF/AMED