Weqfa Jin a Mexmûrê jinan bi rêxistin dike

Şemî 16 Mijdar 2024 - 01:55

Rêvebera Weqfa Jin a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Zeyneb Efe, derbarê armanc, kar û xebat û projeyên nû yên Weqfê de wiha got:"Em bang li jin û jinên ciwan dikin ku derfetên di destê xwe de bi kar bînin û di saziyên ku derfetên didin wan de cih bigirin. Divê jin li beranberî zor û zehmetiyan têbikoşîn û di bin bandora kesekî din de nemînin."

Yek jî qadên ku jin bi ked û destên xwe avakirin Weqfa Jin e. Weqfa Jin a Wargeha Mexmûr di sala 2002’yan de bi armanca birêxistinkirin û perwerdekirina jin, ciwan û zarokên wargehê hat avakirin, ji sala hatiye avakirin heta niha ji bo jinan derfetên kar pêş dixe. 

Rêvebera Weqfa Jin a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Zeyneb Efe, derbarê armanc, kar û xebat û projeyên nû yên Weqfê de axivî.

Armanca Weqfa Jin

Zeyneb Efe, di destpêka axaftina xwe de behsa kar û xebatên wargehê kir û wiha dewam kir: “Weqfa Jin di sala 2002’yan de bi armanca perwerdekirina jin, ciwan û zarokên wargehê hate avakirin. Di bin siwana weqfê de 5 dibistanên dayikê hatiye avakirin. Zarokên di temenên navbera 5 û 6 salî de ji bo amadekirina dibistana seretayî tên perwerdekirin. Perwerdeya zaroka pir girîng e. Her wiha ji bo perwerdekirina jinan jî dûrinxaneyek hatiye avakirin û jin û jinên ciwan ên wargehê di vê dûrinxaneyê de fêrî dûritinê dibin. Di heman demê de ji bo jinên ciwan di bin sîwana weqfa jinan de atolyeyek wênexêzkirinê heye û bi vî awayî jinên ciwan di xêzkirina wêneyê de xwe pêş dixin.”

Hevkariya dewleta tirk û PDK'ê

Zeyneb Efe, di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êriş û rêgiriya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê û wiha got: “Êrişên ji sala 2017’an vir ve yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser wargehê bandorek mezin li ser zarokên wargehê dike.”

Êrişan bandor li me kir 

Zeyneb Efe, bi van gotinan behsa zor û zehmetiyên dijîn kir û got: “Sala 2014’an beriya êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê, ji aliyê welatparêzên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî ve ji bo dibistanên dayikê û weqfa jin alîkarî dihat dayîn. Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê û rêgiriya PDK’ê ya sala 2019’an vir ve bandorek zêde li ser me kir. Ji ber ku em wek weqf di nava bêderfetiyên mezin de kar û xebatên xwe didomînin.”

Zeyneb Efe, diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî erk û berpirsyartiya xwe ya li beramberî wargeha Mexmûrê pêk nayne. 

Divê jin xwe birêxistin bikin

Zeyneb Efe, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li jin û jinên ciwan dikin ku derfetên di destê xwe de bi kar bînin û di saziyên ku derfetên didin wan de cih bigirin. Hewl bidin xwe birêxistin û perwerde bikin, pêş bixin û li ser lingên xwe bisekinin. Divê jin li beranberî zor û zehmetiyan têbikoşîn û di bin bandora kesekî din de nemînin.”

NÛJINHA/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.