Wêneyên xewnên xwe digire

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Nicolas Bruno: Wêne rêyeke xelasiyê bû, piştî ku min xewnên xwe bi wêneyan vegotin, ango min wêneyên xewnên xwe girtin, ev yek ji min re baş bû, li min hat. Ev wêne otoportreyên min in. Ez xewn û kabûsên xwe yên şexsî vedibêjim.

XASÊ CÛNÊ

Ji bo meriv karibe di beşeke huner de xema xwe derbibire û ji xwe re şêwazekî resen peyda bike, serpêhatî gelekî giring in. Ev serpêhatî dikarin bibin sedema tiştên baş jî û rêyekê ber merivan bixin. Tişta ku ev rêya wêneyan ber Nicolas Bruno xistiye û ew kiriye wênegir jî serpêhatiyên wî ne. Nicolas Bruno dema 7 salî ye kabûsan dibîne û ji xew vediciniqe. Piştî ku ev kabûs xewê lê diherimînin û heta dibisatana amedehî yanî lîseyê jî ew van kabûsan her dibîne. Heta piştî demekê ew dikeve depresyonê jî. Wî jî nizanibû çi tê serê wî û vê rewşa hanê zor li psîkolojiya wî dikir. Lê wî ji xwe re rêyek peyda kir da ku van kabûsan nebîne. Bruno dest bi nivîsandina rojnivîskan kir û ev kabûsên xwe tê de nivisandin. Yanî ev rojnivîsk di heman demê de rojinvîskên xewnên wî bûn. Piştî ku wî ev rojnivîsk nivîsî, ruhê wî aramtir û psîkolojiya wî jî baştir bû. Bi vî awayî wî ji van rojnivîskên xwe yên kabûsan sûd wergirt û xewnên ku dîtin, bi kompozîsyonên balkêş anîn ziman. 

Nicolas Bruno bi aweyekî perîşan ji van xewnên xwe yên weke kabûsan şiyar dibû. Dema şiyar dibû xwe pirr westandî hîs dikir. Di nav jiyana rojane de jî tesîra van xewnan hebû û ruhê wî teng dibû. Heta, êdî wî nema pê derdixist ka çi rast yan jî çi xeyal e. Ji bo karibe xwe ji vê rewşê rizgar bike, xwe li wêneyan digire û dibêje, “Wêne rêyeke xelasiyê bû, piştî ku min xewnên xwe bi wêneyan vegotin ango min wêneyên xewnên xwe girtin, ev yek ji min re baş bû, li min hat. Ev wêne otoportreyên min in. Ez xewn û kabûsên xwe yên şexsî vedibêjim.”

Xewnên xwe li rojnivîskan dinivîse

Nicolas Bruno ji bo karibe konsepta wêneyên xwe û her wiha karakterê wêneyên xwe hazir bike, ji rojnivîskên xewnên xwe sûdê werdigire. Ev rojnivîskên xewnên wî, dibin bingehê wêneyên wî û her tişt li gorî nîşeyên ku li ser van rojnivîskan girtiye, diyar dibe.

Helbet di hin cihan de xeyal û sêwirandinên wî jî hene yên ku van xewnên wî temam dikin û hunerê wî xweşiktir nîşan didin. Ji bo her wêneyekî xwe, sehneyekê hazir dike. Çawa ku filmekî çêke, tevdigere û ji bo her wêneyê xwe malzemeyên cûr bi cûr bi kar tîne. Ji bo hin wêneyên xwe, nexasim cilûbergan didirû û wan cilan li fîgûrên xwe dike. Lê ew herî zêde bi malzemeyên kevn ên ku êdî nayên bikaranîn, sembolan diafirîne û xewna xwe bi van sembolan vedibêje. Nexasim av û çîmen û malzemeyên ji textan metaforên sereke ne di wêneyên wî de. Ji bo konsepta wêneyekî xwe hefteyekê haziriyê dike. Piştî haziriya wî diqede, bi ekîba xwe re diçe cihê ku dê wêne lê bigire û herî dawî ev wêneyên xewnên wî derdikevin holê ku dişibin sehneyên filman yên serketî.

Li nav xwezayê atmosferên baş ava dike

Atmosfera ku Bruno ji bo wêneyên xwe ava dike jî pirr baş e. Bruno wêneyên xwe bêhtir li nav xwezayê digire. Heta jê tê, xwe mînîmalîze dike û di bin ronahiya rojê de wêneyên xwe digire. Xwe ji ronahiyên hazir dûr digire û dibêje, "ew dûrî wê estetîkê disekinin ya ku dixwazim ava bikim". Ji lewma ronahiyên hazir tercîh nake. Lê helbet hin ekîpmanên wî yên ku karên wî hêsan dikin, hene. Nexasim jî ji bo atmosfereke baş ava bike ji mija çêkirî (bombeyên mijê yên ji bo filman) sûdê werdigire û wan bi kar tîne. Piştî girtina wêne jî li ser bernameya “Lightroom” dixebite û bi rêya photoshopê halê dawî yên wêneyên xwe temam dike. Wî ji bo van wêneyên xwe jî makîneya Nikon D810 ku li ser lensa 50 mm 1.4 heye, bi kar aniye.

‘Bi riya wêneyan êş û kabûsan vedibêjim’

Nicolas Bruno ji bo karibe bi hin kesên weke wî kabûsan dibînin re têkiliyekê deyne, malperek jî çêkiriye. Gelek kesan jê re xewnên xwe nivisîne û behsa kabûsên xwe kirine. Ew serpêhatiyên xwe û yên van kesan, bi wêneyên ku digire, dinirxîne. Ji bo vê yekê jî pêşangeha xwe ya bi navê “In Limbo (Di arafê de)” vekiriye û ev wêneyên wî li vê pêşangehê hatine nîşandan. Ji bo pêşangeha xwe dibêje, “Hin hêlên kabûsan yên ku tarî mane û nayên gotin jî vedibêjim. Ez dizanim ji ber van kabûsan gelek kes êşê dikişînin. Ez van êşan bi rêya wêneyan vedibêjim û behsa kabûsên xwe dikim. Dîsa dizanim ku gelek kes weke min kabûsan dibînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.