FIRAZ BARAN
KOLN

Wergêr Cemal Hacî ji bajarê Sine ye. Pênc pirtûkên bi Farisî wergerandine Soranî û du pirtûkên Soranî jî wergerandine Farisî. Di heman demê de bi Soranî romanek jî nivîsandiye. Lê vê dawiyê, em wî bi şêwekarî û nîgarkêşiyê nas dikin û dibînin.

Ew li ser textan bi elektrîkê wêneyên mezinên Kurdan çêdike. Heta îro wî wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd şehîd Sakîne Cansiz, serokê yekem ê tevgera Komala şehîd Fuat Mistefa Sultanî çêkiriye. Wî wekî din, wêneyên helbestkar Şêrko Bêkes û gelek kesayetiyên din jî xelas kirine.

Ew dibêje, “Ez dixwazim nexşeyeke Kurdistanê li ser textekî berê wî 4 metre û 3 metreyan jî bilind çêkim. Li ser vê nexşeyê jî 70 bajar û 70 mezinên Kurdan wê bêne xuyakirin.” Cemal Hacî dixwaze vê tabloyê bajar bi bajar bigerîne û paşe jî diyarî saziyeke neteweyî bike.