Wêneyên herî kevn ên Îranê

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Cotmeh 2023 - 00:15

  • Albayekî Îtalyanî sala 1848’an diçe Îranê da ku leşkerên li wir perwerde bike. Lê ji bilî vî karî, wî di wan salan de wêneyên bêhempa jî girtine. Li gel ku di wî wextî de girtina wêneya zehmet û biha bû jî wî 75 wêneyên dîrokî girtine. Ev wêne wêneyên herî kevn ên Îranê jî tên qebûlkirin.

Destpêka wênegirtinê, ev huner gelekî zehmet bû. Piştî gelek cerebe û ezmûnan, hin danerên jêhatî karîbûn li ser lewheyên pîl (qila) wêneyan bigirin. Li dinyayê yekem wêne sala1826’an ji hêla danerê Fransî, Nicephore Niepce ve tê girtin. Wî wêneyê bi navê “Le Gras: View From Window” di nava 8 saetan de girtibû û li ser lewheyeke pîl ew bi cih kiribû. Yanî ji bo wêneyê yekem bigire diviyabû rojeke sax li benda rojê bimîne da ku wêne temam bibe. Ji lewma jî destpêka girtina wêneyan, gelekî zehmet bû heta ku teknolojî bi pêş ket û ev kar hinekî din hêsantir bû. 

Di sala 1848’an de albayekî Îtalyanî yê bi navê Luigi Pesce ji bo leşkeran perwerde bike, diçe Îranê. Bala albay pirr li ser girtina wêneyan e û bi xwe re çend alavên ku ew ê wêneyan pê bigire jî dibe Îranê. Hezkirina wî ya ji bo wênegirtinê dike ku li gelek deverên dîrokî ên Îranê bigere û wêneyên van cihan bigire. Luigi Pesce wêneyên xwe bi makîneya “Daguerréotype” girtin ku wê demê, ev makîne biha bû û li ber destê her kesî nebû. 

Koleksiyoneke taybet û dîrokî

Di nav koleksiyona Luigi Pesce de bi tevahî 75 wêne hene ku di sala 1850’î de hatine girtin. Ev koleksiyona Luigi Pesce koleksiyoneke taybet e. Ew li cihwarên weke Persepolîs, Pesergede û Neqşê Rustem geriyaye, ew her wiha li bajarê Şîrazê jî geriyaye, û wêneyên pirr xweşik girtine. Hin avahiyên Îranê yên wî zemanî jî ketine ber kadraja Luigi Pesce ku derbarê mîmariya wî wextî de wêneyên bêhempa ne. Her wiha dîmenên ku insanên wî wextî û jiyana rojane teswîr dikin jî hene di koleksiyonê de. Beriya Luigi Pesce jî hin wênegir çûbûn Îranê da ku wêneyên bi vî rengî bigirin, lê mixabin ew dîmen heta roja îro nehatine. Ji lewre jî koleksiyona wêneyan a Luigi Pesce derbarê Îranê de koleksiyona herî kevn û taybet tê qebûlkirin.

Wêneyan di pirtûkekê de kom dike

Luigi Pesce, van wêneyên ku wî li Îranê girtine, di pirtûkekê de kom dike û di 29’ê Nîsana 1858’an de kopyayeke vê pirtûkê dide şahê Îranê Nisredîn. Luigi Pesce kopyayekê jî ji bo xwe hiltîne. Her wiha ew kopyayekê jî dide Prensê Prûsyayê William I. Paşê jî wê nusxeya ku gihiştiye ber destê William I, dibexşînin “Metropolitan Museum of Art” ya li New Yorkê. Axir ev koleksiyona albayê Îtalyanî Luigi Pesce, derbarê sedsala 19’an a Îranê de wêneyên bêhempa nîşanî me dide û nimûneyeke bi vî rengî ya din li dinyayê tine ye. Ji ber ku ev wêneyên dîrokî ne û li gorî dema ku hatine girtin, pirr serketî ne. lê em ji bîr nekin, tercîhên wî yên wêneyan jî û rengê girtina wêneyan jî tam oryantalîzma leşkerekî rojavayî yê çûye “rojhilat” nîşan dide: Em li oryantalîzma li ser lewheyên metal qeydkirî yên leşkerekî dinihêrin.

Hemû wêneyên ku Luigi Pesce girtine, di vîdeoya li jêr de hatine komkirin. Bi rêya lînkê yan jî şîfreya bi çarçik (QR Code) hûn dikarin xwe bigihînin vê vîdeoyê. 

https://www.youtube.com/watch?v=d1aHgyHNnnw

Awayê Daguerréotype yê wênegirtinê 

Daguerréotype di destpêka wênegirtinê de yek ji şêwazên wênegirtinê bû. bi teknîka Daguerréotypê, wênegiran li ser lewhayên sifir (yan jî pîl) û bi nîtrata zîvîn wene digirtin. Wêneyên li ser lewheyan dihatin girtin, peşî jî di hundirê “Camera Obscura” (Alaveke optîk) de qederê 10 ta 20 deqîqeyan dihat ragirtin. Her wiha wêneyên bi vê makîneyê dihatin girtin di dûkela cîwayê de jî demekê disekinîn û herî dawî halê dawî yê wêneyan temam dibû. 

Yanî ev kar ne karekî hêsan bû. Pirr biha bû û her kesî nikarîbû bi vê cîhazê wêneyan bigire. Yanî zanînê têrê nedikir, diviyabû pere jî hebin. Zehmetî û bihayê vî karî li gorî mezinahiya wêneyan diguherî. Aliyê vê makîneyê û teknîka wê ya herî balkêş ew bû ku di warê kalîteyê de pirr baş bû. Yanî hûrgiliyên li ser van lewheyan ku bi rêya makîneya Daguerréotypê dihatin girtin, gelekî zêde bûn û bêdawî bûn. Mirovan dikarîbû bi rêya mîkroskobekê hûrgiliyên herî piçûk yên li ser wêne jî bi qelîteyeke baş bibînin. 

Tenê divê tiştên ku wêneyên wan werin girtin, nelivin. Heger biliviyana wêne flû (zelûl) derdiket. Ev hêla makîneyê ya ne baş bû. Ji lewma, bêhtir li stûdyoyan hate bikaranîn û wêneyên objeyên sabît girtin li ser lewheyên xwe. 

Dema mirov li van tiştan difikire, tişta ku Luigi Pesce kiriye ne tiştekî hêsan e. Ji bo mirov di wê demê de wêneyên bi vî rengî bigire, divê mirov bengiyê vî karî be. Wisa diyar e ku albayê Îtalyanî jî bengiyê wênegirtinê ye û ji vî karî gelek hez kiriye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.