Wêneyên bibîranîna aramiya avê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 29 Nîsan 2023 - 04:56

Wêneyê bi navê 'Rise Up' (Rabe ser xwe) yê hunermenda ji bakurê Emerîkayê Samantha French, ji perspektîfeke cihê li mirovan dinihêre. Samantha French gelek caran tercîh dike di binê avê de li mirovan binihêre û portreyên wan çêke. Jixwe ew bi van portreyên mirovên binê avê de tê nasîn. 

Ew li Minnesotayê hatiye dinê û mezin bûye. Li wir, li “Minneapolis College of Art and Design” xwendiye û sala 2005'an mezûn bûye. Wêneyên wê yên binê avê, tevî gelek wêneyên wê yên rehetiya betlaneya havînê, bi gotinên wê “Îlhama xwe ji rojên havînê yên zarokatiya min a tiraliya rehet digirin”. Yanî di van wêneyan de esas nostaljiyeke hunermendê bi xwe heye. Ew van resman çima û çawa çêdike, wiha terîf dike: “Ez hewl didim wê aramiya rehet avê û xwezayê ji nû ve çêkim; ya wan rojên xwenoqkirina avê û li ser avê manê dibihurîn, bêdeng û aram. Ev wêne esas girêdaneke bi welatê min, mala min re ne. Gereke sereqet a li tava li rûyê min dixe ya rojên havîna germ li ber golê. Ew starek û felatek in ji xirecira rojane. Kombînasyoneke bibîranîn, çavdêrî û wêneyan destûr da min ku ez van kalîteyên demkî yên avê û hafizeyê muhafeze bikim.”