- Hunermend Lee Wagstaff li Berlînê dimîne û bi wêneyên razber dadikeve.
Hunermend Lee Wagstaff li Berlînê dimîne û bi wêneyên razber dadikeve. Ewilî, dema mirov li wêneyên wî dinihêre, gelek hurgilî, xêz û tiştên tevlîhev dikevin ber çavên mirovî. Lê belê dema mirov gavekê bi paş ve diçe û bi vî awayî careke din li wêneyên wî dinihêre, mirov dibîne ku di wêneyên wî de, li pişt wan xêzên razber, rûyên mirovan hene û li mirov dinihêrin. Lee, rû yan jî resm di nav formê de veşartine.
Dema mirov bi hûrgilî li ser tabloyên wî hûr dibe portereyên di wêne de hatine bicihkirin, baştir dibîne.
Helbet ev tişta dike, ne sêhr e. Tiştekî hêsan e. Lê divê mirov divê bextê xwe xera neke, wî bi xêz, sî û kûrahiyê saweke serketî afirandiye.
Detayên portereyên li pey van xêzan, yên weke çav, birû, poz, lêv û rû pirr baş hatine çêkirin ango veşartin. Di vir de divê mirov li ser dûrbûn û nêzbûnê birame da ku van wêneyên wî baştir bixwîne. Her wiha kontrast jî girîng e. Desenên wî li gorî dûrî û nêzîkbûnê hizirandinên cuda bi mirov re çêdikin.
BERLÎN