Wêne şahidê şênbûna Bacinê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:09

  • Sala 1991’ê hîna gundê ser bi Midyadê yê li nav çiyayên Bagokê, Bacin bi temamî vala nebûbû.

Sala 1991’ê hîna gundê ser bi Midyadê yê li nav çiyayên Bagokê, Bacin bi temamî vala nebûbû. Ji nîvê salên 1980´yî ve dewleta Tirk sînorên xwe li Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê vekiribû da ku mal û milkên xwe bi cih bihêlin û koçberî Ewrûpayê, nexasim jî Elmanyayê bibin. Çend salan piştî 1991´ê li Bacinê ji bilî çend kal û pîran kes nema. Lê di vî wêneyî de jineke ciwan xwe daye ber barê ji wan cêrên ji rêûresmê yên bi çar çembilk û avê dikişîne malê. Li pişt wê jî Bacin xuya dike. Daristana li pişta gir, a ku xemla Bagokê ye, xuya nake. Lê xaniyên duqatî yên kevirî yên Torê xuya ne. Axir ev wêne yek ji wan şahidên şênbûna vî gundê mezin ên Êzîdiyên Torê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.