• Welthungerhilfe e.V. rêxistineke alîkariya insanî ya Elman e ku niha bi projeyeke xwe dibe şirîkê sûcên li dijî mirovahiyê li Efrînê û di heman demê de hiqûqa navneteweyî binpê dike. GfbV bang lê kir ku vê projeyê tavilê rawestîne.

Her karê insanî, di rastiyê de ne insanî ye. Di şerên qirêj ên dagirkeriya dewleta Tirk li Kurdistanê, Sûrî û heta bi Lîbyayê jî, derket holê ku kirasê alîkariya insanî li gelek sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên dema şer hatiye kirin. Dewleta Tirk niha dinyayê jî dike şirîkê sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên hiqûqa navneteweyî.
Welthungerhilfe (Alîkariya li dijî birçîbûnê ya dinyayê) rêxistineke insanî ye li Elmanyayê ku projeyek daniye ber xwe û bi vê projeyê wê bibe şirîkê sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk li Efrînê. Wê niha projeyeke restorekirina xaniyên li Efrînê daye ber xwe. Yanî ew ê ji bo çeteyên ku Efrîn dagirkirin, û malên xelkê ji wan stendin, alîkariyê bikin da ku ew xaniyên ji Efrîniyan dizîne ji xwe re restore bikin.
Rêxistineke din a civaka sivîl a li Elmanyayê ji ber vê projeya li dijî hiqûqa navneteweyî bi nameyeke vekirî, rexne li Welthungerhilfe girtin. Civaka ji bo miletên tehlûke li ser wan, (GfbV e.V.) nameya xwe bi sernivîsa "Ji eskerên dagirker ên Îslamî re xaniyan çênekin" weşand.
Di nameyê de piştî ku tê bibîrxistin ku Welthungerhilfe dixwaze xaniyên eskerên dagirker li Efrînê restore bike, ev xisûsên li jêr tên rêzkirin:
* Xanî yên malbatên Kurd in ku bi darê zorê ji welatê xwe hatin kirin
* Niha di wan de milîsên (çeteyên) Îslamî û malbatên wan dimînin
* Ev guhertina demografiya deverê ya li dijî hiqûqa navneteweyî ye

Projeyê tavilê rawestîne

Bi vê nameya vekirî GfbV e.V. dibe yek ji wan rêxistinên civaka sivîl ku vê projeya Welthungerhilfe protesto dikin. Li gorî daxuyaniya ofîsa rêxistina Welthungerhilfe ya li Entabê, rêxistin pîlan dike ku 400 xaniyan li Efrînê restore bike. GfbV bi bîr dixe ku xwediyên van xaniyan malbatên Kurd bûn, niha kesên di wan de dimînin, ew xanî dagir kirine: "Wan [kesên niha di xaniyan de] tevî artêşa Tirk pêşî xelkê deverê ji cih û warê wî kirin û malên wan jî desteser kirin." Referenta GfbV ya ji bo hindikahiyên etnîk û dînî, Lina Stolz li ser mijarê dibêje, "Nûkirina van xaniyan wê dagirkeriyê xurt bike û destekê bide pîlanên Erdogan ên ku xelkê Efrînê dike Tirk û Misilman. Bicihkirina milîsan û malbatên wan di xaniyên Kurdan, Xirîstiyan û Êzîdiyan de guhertineke demografiyê ya li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ji ber vê em ji Welthungerhilfe dixwazin ku vê projeya xwe tavilê rawestîne."
GfbV ji Welthungerhilfe dixwaze ku dagirkeriya dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê bi ti awayan destek neke û li şûna wê bi karê xwe yê eslî rabe: Belavkirina alîkariya insanî.

Çi qewimî bû

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn Adara 2018´an dagir kir, xelkê wê yê Kurd, Xirîstiyan û Êzîdî jê kire der, dewleta Tirk sîstematîk ji bo xelkê mayî çavtirsandî bike zilm ê êşkence li ser wan ferz kir. GfbV e.V. ji hingê ve gelek caran li dijî pîlanên dewleta Tirk a guherandina demografya herêmê hişyar kir. Piştî ku Welthungerhilfe projeya xwe ya nûkirin û restorekirina xaniyên li Efrînê eşkere kir, 5´ê Mijdara îsal GfbV û 24 rêxistinên din ên civaka sivîl ji Welhungerhilfe xwestin ku dev ji vê projeya xwe berde, lewma proje tenê bi kêra dagirkerên xaniyên Kurdan ên milyoner tê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Welthungerhilfe li ser malpera xwe dide zanîn ku sala 2019´an wê 18 milyon 950 hezar euro alîkarî daye penaberên li Sûrî û ji Sûrî.

GOTTINGEN