Welatparêzê Êzîdî Ahmed Ekîncî kiras guhert

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 15 Nîsan 2021 - 02:03

Welatparêzê Êzîdî ji Rêveberiya Komela Mala Êzîdiyan a Celleyê, Ahmed Ekîncî wefat kir. 

Ahmed Ekîncî bavê 6 zarokan bû û sala 1977’an koçî Elmanya kiribû. Doh li bajarê Celle wî koça dawî kir. Ahmed Ekîncî sala 1948’an li Hemdûna hatiye dinê. Ekîncî yek ji avakarên Mala Êzîdiyan a li Celleyê ye û bê navber cihê xwe di hemû kar û xebatan de girtiye.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) û Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan (NAV-YEK) jî bi peyamekê sersaxî ji malbata Ahmed Ekîncî û civaka Êzîdî re xwest. NAV-YEK’ê got, “Heval Ehmed ji destpêka kar û xebatên ji bo yekîtî û tifaqa civakê bi germahiyeke mezin deriyê xwe li tevgera azadiyê vekir, wî bi dilsozî di serî de ji bo birêxistinkirina malbat û civaka xwe kedeke mezin da û roleke pêşengiyê girt ser milê xwe.

Hevaltiya Mam Zekî Şengalî û Mam Beşîr bandoreke pirr mezin li wî kiribû. Heta dawî jî girêdayî wê xetê bû. Koçadawîkirina heval Şemdîn û îro jî ya heval Ehmed ên ji rêveberiya Mala Êzîdiyan a Celleyê ji bo me xemeke mezin e.” 

CELLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.