Wê têkoşîna ji bo Rojava bidome
Çarşem 4 Sibat 2026 - 03:45

Şêniyên Hesekê bal kişand ser girîngiya berdewamiya derketina kolanan û domandina seferbereya giştî ya ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd a di destûrê de.
Kurdên li Rojava ji roja ragihandina seferberiya giştî ya di 16'ê Çileyê de, herêmên xwe diparêzin. Şêniyên li Hesekê peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de hatiye îmzekirin erênî nirxandin û dan zanîn ku peymanê Kurd ji zilm û neheqiyê parastin.
Şêniyê bi navê Xurşîd Qero got: “Şoreşa me berdewam dike heta ku hemû mafên gelê Kurd bi dest bikevin. Em li pişt hêzên xwe yên Kurd in û dev ji xwîna şehîdên xwe bernadin. Em hêvî dikin ku hemû parêzvanên mafên mirovan ên li çar aliyên cîhanê piştgiriyê bidin Kurdan û wan ji zilm û neheqiyê biparêzin.”
Dr. Ebdulxenî Şwêş jî got: "Piştî ragihandina seferberiya giştî ya ji alîyê Rêveberiya Xweser ve, hemû Kurd li kêleka hêzên xwe yên leşkerî rawestiyan da ku herêm û bajarên xwe ji êrişên hovane yên hikûmeta demkî biparêzin. Em ê nesekinin heta ku em hemû mafên xwe yên siyasî û çandî yên ku ji me hatine standin, bi dest bixin.”
Şêniyê bi navê Mihemed Haco peymana di navbera QSD'ê û hikumeta demkî de wekî peymaneke erênî bi nav kir û da zanîn ku peymanê Kurd ji zilm û neheqiyê parastin.
Mihemed Haco destnîşan kir ku Rojava li hemû beşên Kurdistanê û di nav partiyên cuda yên Kurd de bûye sembola yekitiya Kurdan. Her wiha destnîşan kir ku gelek kes ji deverên cuda yên Kurdistanê ji bo parastinê hatin Rojava.
ANHA / HESEKÊ / HINAR ÎBRAHÎM – BOTAN HISÊN










