Warên alternatîf diafirînin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Tebax 2023 - 16:20

  • Berfîn Emektar: Şanoya Kurdî di warê pêşketin û pêşketina zimanê Kurdî de xwedî girîngiyeke mezin e. Temaşevan xwedî lê derdikeve. Di sezona nû de lîstikên me yên nû jî hene. Em ê hewl bidin ku li her derê warên alternatîf biafirînin.

BAZÎD EVREN / MA / AMED 

Lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê, Berfîn Emektar têkildarî pirsgirêkên şanoya Kurdî got, ew hewl didin ku qadên alternatîf biafirînin û ew bi kela canê xwe, li benda derketina pêşberî temaşevanan e.

Şanoya Bajêr a Amedê li dijî gelek polîtîkayên astengî, zext û asîmîlasyonê bi lîstikên Kurdî xebatên xwe yên çand û hunerî didomîne. Ew lîstikên xwe yên li Şanoya Bajêr a Amedê pêşkêşî temaşevanên xwe dike. Şanoya Bajêr a Amedê beriya bi çend rojan bernameya xwe ya Îlonê eşkere kiribû. Li gorî wê bernameyê, di Îlonê de 5 lîstikên mêvan ên ku 2 ji van lîstikên Şanoya Dihokê ne û Stand-up bên pêşkêşkirin. Her wiha, Mihrîcana Belgefilman a Filmamedê jî di dawiya Îlonê de li Şanoya Bajêr a Amedê tê lidarxistin. Şanogera Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektarê, der heqê pirsgirêkên şanoya Kurdî û bernameya xwe ya Îlonê de axivî.

 

Qeyûm niha asîmîlasyonê dimeşîne

Berfîn Emektarê bal bire ser zext û astengiyên li ser warê çand û hunerî û got, asîmîlasyona li meydana çand û hunerî, bi salan e ji aliyê qeyûm ve tê meşandin. Berfîn Emektarê îşaret bi wê yekê kir ku ew wek şanogerên Kurd li dijî van polîtîkayan dixwazin şanoya Kurdî mezintir bikin û wiha peyivî: “Ev astengî ne tenê ji bo şanoyê ne. Ji bo çalakiyên çandî û hunerî yên bi Kurdî hemûyan tên çêkirin, ji bo kesên ku dixwazin hunerê alternatîf çêkin, ev astengî lê ne. Lê rewşa herî dijwar ji bo me ew e ku di van salên dawî de me nekarî eywanekê peyda bikin. Lê em hewl didin ku li her derê meydanên alternatîf biafirînin da ku xwe bigihînin temaşevanên xwe.”

 

Şanoya xwedî rêxistin

Berfîn Emektarê bi bîr xist ku şanoya Kurdî li Kurdistanê bi rêxistin bûye û got, li Amedê çanda şanoyê hatiye afirandin. Berfîn Emektarê anî ziman ku Şanoya Bajêr a Amedê, yekemîn şanoya Kurdî ya xwedî binesazî û tecrûbeyekê ye û ev yek jî hêzê dide şanoya Kurdî. Emektar, bi domdarî got, “Ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiye û Ewrûpayê jî gelek temaşevanên me hene. Ev yek jî hêz û enerjiyê dide me. Niha em vê bandorê dibînin, bi taybetî di van çend salên dawî de ne tenê li Amedê, li Êlih, Wan û Stenbolê jî, li çar parçeyên Kurdistanê şanoya Kurdî tê birêxistinkirin û bûyerên erênî çêdibin. Ev ji bo şanoya Kurdî bipêşketineke pirr girîng e.”

 

Lîstikên nû ji bo sezona nû

Berfîn Emektarê anî ziman ku Şanoya Bajêr a Amedê ji ber hewaya germ ev du meh in di bêhnvedanê ye û ji bo sezona nû bi coşeke mezin li bendê ne ku temaşevanan bibînin. Emektarê da zanîn ku bernameya wan ya Îlonê jî rengê vê kelecanê nîşan dide û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Şanoya Kurdî di warê pêşketin û pêşketina zimanê Kurdî de xwedî girîngiyeke mezin e û hem ji aliyê ziman û hem jî ji aliyê mijarê ve em xwedîderketineke micid ji aliyê temaşevanan ve dibînin. Her wiha di sezona nû de em ê bi çend lîstikên nû jî derkevin pêşberî şanohezan. Di sezona nû de tevî astengiyan hemûyan em ê hewl bidin ku li her derê meydanên alternatîf biafirînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.