Wan wê destûrê nede xespkirinê
Çarşem 12 Sibat 2025 - 03:20
Piştî cezayê ku li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, Abdullah Zeydan ê xîtabî bi hezaran kesên ku li ber avahiya şaredariyê kom bûn, diyar kir ku ew ê vîna gelê Wanê bi serbilindî biparêzin. Hevserok Neslîhan Şedal jî got:"Wan wê destûrê nede xespkirinê."
Di rûniştina biryarê ya li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn. Piştî biryarê bi hezaran kes li ber avahiya şaredariyê kom bûn. Beriya daxuyaniyê dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Ji berxwedanê ber bi serketinê berxwedan" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin. Hevserokê bajêr ê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî ku destpêkê li vir axivî banga hevgirtinê li gel kir.
Em ê îradeyê biparêzin
Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan axivî û diyar kir ku ev biryar ji bo ne derbasdar e. Abdullah Zeydan got, "Ne hewce ye ku ji gelên Tirkiyeyê re bê ravekirin ka çiqas qanûn di bin fermana desthilatdariya siyasî de ye û hikûmet li gorî daxwazên xwe biryaran dide. Li Tirkiyeyê edalet nîne, qanûn nîne, destûr nîne; tenê xwestek û fermanên desthilatdariya siyasî pêk tê û bi awayekî bêşerm îradeya gelê Wanê bin pê dikin, gelê Wanê di 31’ê Adarê de bi rûmet îrade nîşan da. Em ê îrade û edaleta gelê Wanê bi serbilindî û bi rûmet biparêzin."
Wan wê destûrê nede xespkirinê
Neslihan Şedal axaftina xwe wiha domand: "Gundên me hatin şewitandin, cenazeyên dayikên me bi hefteyan li erdê man. Em hatin sirgûnkirin, her roj hatin qetilkirin, bajarên me hatin qedexekirin. Lê çi bû? Bi milyonan li dijî vê zilmê serî hildan. Şoreş li her derê Kurdistanê tê meşandin. Îro em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin. Hikûmet li hemberî gelê Kurd ku gelekî nêzî statûyekê ye, polîtîkaya nefreta mezin dimeşîne. Niha jî îradeya gel tasfiye dike û Kurdan qir dike. Îro dîsa dixwazin vîn û destkeftiyên gelê Kurd desteser bikin.Gelê Wanê wê destûrê nede xespkirinê."
NAVENDA NÛÇEYAN