Wan hekîman dîrok guhert

Nûçeyên Dosye

Duşem 2 Mijdar 2020 - 23:11

Gava em behsa hekîmên dîroka tibê guhertî dikin, Ibn-Sîna û Hîpokrat - nexasim jî sonda wî - pêşî tên bîra me. Lê hin navên ku kêmtir tên nasîn hene ku tesîreke mezin li dîroka tibê û sihetê ya mirovahiyê kirine û heta îro jî tesîra wan maye. Weke Shennongê Çînî, yan jî El-Zehrawî yê ku weke damezrênerê cerahiya modern tê qebûlkirin. Ji van em, Shennong, El-Zehrawî, Galen û Pareselsûs nas bikin.
Em ji fîgurekî efsanewî Shennong (Şenong) dest pê bikin. Hekîmekî mîtîk e ku weke hukumranekî Çînê yê beriya serdema dîroka nivîskî tê qebûlkirin. Wisa tê qebûlkirin ku wî di dermankirinê de kontrola nebza mirovan kifş kiribe. Wekî din di dermankirina pratîk de wî şewitandina pelînê li ser hin deverên laşê mirovan jî kiriye. Li gorî efsaneyê, wî bi sedan giya xwarine ji bo ku li tesîra wan a li ser bedenê binihêre. Dîsa li gorî efsaneyê madeya wê şefaf bû û wî dikarî binihêre ka giyayên dixwe, çawa tên serifandin û tesîreke çawa li ser bedena wî dikin. Tevî ku ev qismê efsanewî li pêş in jî, li gorî texmînan, ferdê ku bi rastî bûye îlhama vê efsaneyê di 2737 heta 2697´an beriya mîladê jiyabe. Berhemeke ku tê gotin, ya wî ye weke “Klasîka cotyarên xwedayî ya giya û kokan” e. Ber bi dawiya serdema xaendana Han a Rojava (teqrîben 306 BC – 220 beriya mîladê). Ev berhem weke kevintirîn ansîklopediya Çînê ya dermanan (farmakopoeîya) tê qebûlkirin ku tê de behsa 365 dermanan tê kirin; ev derman ji ji giya, kok, mîneral û heywanan tên çêkirin.

Damezrênerê cerahiya modern

El-Zehrawî di serdema zêrîn a Îslamî ya Endelûsê de yanî di 936´an de hatiye dinê. Ji ber ku li bajarê El-Zehra yê başûrê Spanyayê hatiye dinê, navê wî wisa hildan. Navê wî yê tam Ebû el-Qasim Xealef ibn al-’Ebbas el-Zehrawī el-Ensarî ye. Qesra Emewiyên Endelûsê ew li qesrê hewandin û teşwîqkirin. Ew weke dahiyekî tibî hat qebûlkirin. 50 salan ew hekîmê qesrê bû. Lê wî ne tenê xizmeta qesrê kir. Wî bi israr her kesa nexweş, bi perê yan jî bê pere derman kirin. Di heman demê de wî dermankirinên xwe hemû nivîsandin. Ji ber wan, “El-Tesrîf lî men ecaz en-il-talîf” (Alîkariyek ji bo wanên nikarin kitêbên mezin bixwînin). Ev yek ji berhemên herî girîng e di dîroka tibê de, hem ji bo tiba li dinya Îslam lê serwer û hem jî ji bo ya Ewrûpiyan. Wî di kitêba xwe de nivîsî, ka nexweşî çawa bên teşxîskirin. Ew wekî din dibêje hekîmekî baş divê xwe bisipêre çavdêriyên xwe, semptomên nexweşa/ê xwe, û ne tenê ji tişta nexweş dibêje, bawer bike. Wî her wiha li ser xwarina ku mirov çêtir e nexwe jî weke plansaziyeke dermankirinê, nivîsiye.
Axir qismê herî muhim û bi tesîr ê karê wî, ew beşa El-Tesrîfê ye ku behsa cerahiyê dike. Ev jî bergê 30´î yê berhema wî ye. Ji ber wî qismê berhema wî ji wî re dibêjin, damezrînerê cerahiya modern. Ew kite bi kite behsa hin emeliyatên cerahî dike. Qederê 200 ravekirin, terîf û resmên amûrên cerahî di vî bergî de hene. Ev berhem ya pêşî ya tibî ya li ser vê mijarê û bi vî rengî ye. Hem kitêb û hem jî amûrên di kitêbê de weke nûkerî ketin tiba modern.

Mamosteyê Ibn-Sîna

Galen ê ji Pergamûmê yek ji navdartirîn hekîmên Împearetoriya Romayê bû, lê îro navê wî kêm tê nasîn. Karê wî yê tibî, hem ji wê serdemê sax filitî û hem jî hem di serdema Roma de û hem jî paşê li dinya Îslam lê serwer û li Ewrûpaya Çaxê Navîn berhema herî muhim bû. Galen demekê li derveyî welatê xwe dimîne û sala 157´an vedigere Pergamûmê. Li wir ew dibe hekîmê gladyatoran. Paşê jî dibe hekîmê qesra împaretorê Romayê Markûs Oreliyûs. ew di dema hukimdariya Karakalla û Septîmiyps Severûs jî li qesrê hekîm bû. Wî bi sedan dermankirin nivîsandin. Ew bi xwe dibêje, wî zanîna Yewnan û Romayê ya tibî ya heta hingê hemû berhev kiriye, û çavdêrî û teoriyên xwe jî li wan zêde kirine. Piştî hilweşîna Împaretoriya Roma li Rojava, li Ewrûpayê ilmê wî hat ji bîr kirin. Lê li Bîzansê û li deverên Îslam li wan serwer, berhemên wî ji bo lêkolîn û perwerdeya tibî yên herî navdar bûn. Di Çaxê Navîn de ji wergerên Erebî berhemên wî ji nû ve li Ewrûpayê vegeriyan.

Ji bo Celsus û Galen vejîne

Di sedsala 16´an de jî hekîmê navê xwe weke Paraselsûs hildayî heye. Ew weke damezrênerê toksolojiyê (ilmê li ser jehran) tê nasîn. Navê wî yê tam Philippus Aureolus Theophrastus Bombastus ê ji Hohenheimê ye û wî xwestiye weke Paraselsûs bê nasîn yanî hemkûfê Selsûs (Aulus Cornelius Celsus). Wî xwestiye alimên tibî yên kevn ên weke Selsûs û Galen û ilmên wan ji nû ve zindî bike. Ew çû gelek zanîngehan û ji bo artêşên bi pere jî wî hekîmiya cerahî kir. Tişta nûker a ku wî li tibê zêde kirî ew e ku wî got, ne tenê faktorên hundir lê yên ji derve yên weke avhewa, welat jî tesîrê li guherînên nexweşiyê dikin. Wî her wiha got, “madeyên jehrî yên di xwarinê de” jî tesîrê li guherînên nexweşiyan dikin. Wî pêşniyaz kir ku qebûl bibe, madeyên di xwezayê de hemû hem alîkar û hem zirarker in. Vê jî rê li ber wê peyva meşhûr a Paraselsûs ve kiriye, ya ku dibêje, “Her tişt jehr e û ti tişta ne jehr nîne, tenê dozaj dike ku tiştek ne jehr be.”

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.