• Bavê şehîd Xemgîn Cizîr got, ew ê li ser doza kurê xwe be, li dijî bikaranîna sîlehên kîmyewî miracaetên lazim hemûyan bike û bang li miletê Kurd î kir û got: Îro divê piştgirî ne tenê rojane be. Hêzeke bêexlaq ketiyê wê derê. Kes nizane kî ye. Pêşiyê lê bigirin.

Kurê Mûrat Şen, Xemgîn Cizîr (Yahya Şen) li herêma Zapê bi bi çekên kîmyewî hate şehîdkirin. Ew ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyivî û wî got, "Kî dibe bila bibe, ew kesê ku çekên kîmyewî bi kar tînin, ne wijdan bi wan re heye ne jî exlaq. Çi li DMME'yê çi jî li qada navneteweyî, em ê doza heqê zarokên xwe bikin." 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi hevkariya PDK´ê, li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Di van êrişan de, dewleta Tirk a dagirker çekên bi peymanên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî qedexekirî jî bi kar tîne. 

Navenda Parastina Gel (NPG) 18´ê Cotmehê ragihandibû ku dewleta Tirk di 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. HPG´ê jî doh da zanîn ku di çar rojên dawiyê de 77 caran sîlehên qedexekirî û kîmyewî hatine bikaranîn. NPG´ê wekî din dabû zanîn ku Tebax, Îlon û Cotmehê, li qada Şikefta Birîndara 9, li qada Karker 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî şehîd bûne. NPG´ê her wiha dîmenên 2 HPG'iyên ku çekên kîmyewî tesîr li wan kirin û paşê bûn sedem ku şehîd bibin jî, weşandin. 

Yek ji wan 17 şehîdan Xemgîn Cizîr (Yahya Şen) bû. Bavê wî Mûrat Şen nerazîbûn nîşanî bikaranîna sîlehên kîmyewî da. Ew ji MA´yê re peyivî û wî got, ew ê li dijî vê hovîtiyê, miracaetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bide. 

 

Bêexlaqî ye

Mûrat Şen serbilindiya xwe bi kurê xwe û hevalên wî îfade kir, bikaranîna sîlehên kîmyewî jî weke bêexlaqî bi nav kir: "Ez bawer dikim ku her 17 jî bi rûkenî çûn. Wan ji me re rûkeniya xwe hişt û divê em jî rûken bin. Em jî soz didin ku em ê bi rûkenî doza wan bidomînin. Şerekî dijwar û bêexlaqî heye. Xemginiya herî mezin ew e ku ew 17 kes di encama bikaranîna çekên kimyewî de gihiştin şehadetê. Rast e, şerek heye û her kes jî wê li ber xwe bide. Lê di dinyayê de exlaqê şer heye. Ya ku herî zêde me diêşîne ev şerê beexlaqî ye. Wekî bavekî hevrêyê wan, dixwazim tevahiya dinyayê li ser bikaranîna çekên kîmyewî bisekine. Herin cihê bûyerê lêbikolin. Çima zarokê vî gelî bi çekên kîmyewî tên qetilkirin? 6 meh in dar û daristanên Kurdistanê hemû şewitandin. Û cihekî ku sîlehên kîmyewî lê bi kar neanîne, nehiştine. Lê mixabin îro cîhan bêdeng e. Ev bêdengî jî cesaretê dide kiryarên hovane. Kî dibe bila bibe, ew kesê ku çekên kîmyewî bi kar tîne, ne wijdan pê re heye ne jî exlaq." 

 

Heta dawiyê li ser doza zarokên xwe ye 

Şen bang li aliyên navneteweyî yên  dewletî û civakî jî kir da li herêmê lêkolînê bikin: "Di qada navneteweyî de bikaranîna çekên kimyewî qedexe ye. Lê mixabin, her kesî xwe lê kerr û kor kiriye û lê temaşe dike. Çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê li ser vê bisekinin. Çi li DMME'yê çi jî di qada navneteweyî de, em ê doza heqê zarokên xwe bikin. Heta dilopek xwîn di laşê me de bigere, em ê nehêlin ku mafên wan winda bibin. Ez bawer dikim ku her malbat wê bi vê hestiyarîyê tevbigere. Divê êdî berjewendiyên hêzên cîhanê ne li ser canê ciwanên Kurdistanê bin. Piçekî bi exlaq û mirovahî nêzî mijarê bibin."

 

Şehîd zarokên vê axê ne 

Bavê şehîd Xemgîn Cizîr, Murat Şen di dawiyê de bang li raya giştî ya Kurdan dike û dibêje, "Ew zarokên me yên ku li wir tên kuştin, zarokên vê axê ne, zarokên we ne. Ew axa ku tê jehrîkirin, axa we ye. Ji Koyê heta Silêmaniyê û ji wir heta Mûşê li her çar parçeyên Kurdistanê, berxwedaneke bêhempa heye. Ê ku li wir jiyana xwe ji dest didin, zarokên vê axê ne. Silêmanî ne dûrî Mûşê ye, Mûş ne dûrî Kobanê ye, Kobanê jî ne dûrî Şirnexê ye. Îro divê piştgirî ne tenê rojane be. Hêzeke bêexlaq ketiyê wê derê. Kes nizane kî ye. Pêşiyê lê bigirin." 

ŞIRNEX