• FPÖ´yê ji ber ku metnê pêşnûmayê nerm dît, destek neda pêşnûmaya rûreşkirina dewleta Tirk. Li ser navê wê parlamenterê Axel Kassegger got, lazim bû dewleta Tirk bi awayê herî tund bihata rûreşkirin, û xwest dewleta Tirk bi awayekî cidî bê hişyarkirin.

Parlamena Neteweyî ya Awusturyayê bi biryarekê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê rûreş kirin. Bi biryarê parlamenê bang li serokwezîrê welêt Karl Nehammer jî kir da ku li gorî biryarê tevbigere. Di minaqeşeyên beriya biryarê de axaftvanan xwest hikûmeta Awusturyayê û Yekîtiya Ewrûpayê êrişên li dijî Kurdan bidin rawestandin û dev ji cotstandartên beramberî Kurdan berdin. Biryar bi pirraniya dengan hat qebûlkirin.

Ji Partiya Lîberal a Awusturyayê (FPÖ) Axel Kassegger got, pêşnûmeya biryarê, nerm e û xwest biryareke hişktir a ku çavê Tirkiyeyê bitirsîne, were dayîn. 

Parlamenter Dr. Reinhold Lopatka, Dr. Ewa Ernst-Dziedzic, Petra Bayr û Dr. Helmut Brandstätter biryara qebûlbûyî pêşniyaz kirin. Bi biryarê ji ber êrişên dagirkeriyê li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye hat şermezarkirin. Bi biryarê parlamena Awusturyayê xwest dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. Metnê biryarê di malpera fermî ya parlamenê de hat weşandin û tê de nexasim jî îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan hat kirin. 

Çawa me got, partiya lîberal metna şermezarkirinê nerm dît. Wan xwest li dijî dewleta Tirk helwêsteke wêrektir bê nîşandan. Endamên Partiya Sosyalîst a Awusturyayê (SPÖ), metn qels nirxandin, lê dîsa jî pişta metnê girtin da ku dewleta Tirk bê şermezarkirin.  

Pêşî ji SPÖ´yê Katharina Kucharowits peyivî û ji wezîrê karê derve yê li meclîsê re got, “Birêz wezîr, ma gelo hûn ê kengî ji dewleta Tirk re bibêjin, êdî bes e?”

 

Bê statubûna miletê Kurd 

Paşê ji Partiya Gel a Awusturyayê (ÖVP) yanî ji şirîkê mezin ê koalîsyona hikûmetê, Reinhold Lopatka peyivî û got,  “Lazim e dawî li êşên miletê Kurd bê anîn. Yekîtiya Ewrûpayê, nexasim jî Awusturya lazim e zextê li Tirkiye, û Îranê û her wiha li Iraq û Sûriyê jî bikin da ku parastina gelê Kurd misoger bibe.”

Endamê FPÖ´yê Axel Kassegger behsa pêşnûmeya xwe kir ya ku wan tevî SPÖ´yê hazir kiribû û got, lazim bû dewleta Tirk bi awayê herî tund bihata rûreşkirin. Kassegger xwest dewleta Tirk bi awayekî cidî bê hişyar kirin. Wî got ew ê weke lîberal destekê nedin pêşnûmayê, ji ber ku nerm e. 

 

‘Jin jiyan azadi’ banga ji bo azadiya Kurdan e

Piştre li ser navê şirîka din a hikûmetê, Partiya Keskan, Ewa Ernst-Dziedzic peyivî û bal bire ser slogana , ‘Jin jiyan azadî’. Wê got, ‘Jin jiyan azadî’ ne tenê doza azadiyê ji bo jinan e, ew her wiha doza azadiya ji bo gelê Kurd e.

Eva Ernst-Dziedzic jî di axaftina xwe de ji wezîrê karê derve Schallenberg re got, “Dev ji cotstandarta beramberî gelê Kurd berdin, heger hûn ê ji bo parastina hinan hewl bidin, ji bo parastina Kurdan hewl bidin.” Wê gotinên xwe bi slogana ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî kir.

Pêşnûmeya şermezarkirina dewleta Tirk bi pirraniya dengên hikûmet û mixalefetê hat erêkirin. 

VIYANA