Pêşnûmeya li dijî dagirkeriyê

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 30 Adar 2023 - 16:28

Parlamenta Neteweyî ya Awûstûryayê pêşnûmeyek li ser daxwaza bidawîkirina êrîşên dagirkeriyê yên delweta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xist rojeva xwe.

Partiyên li muxalefetê; Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO), Partiya Azadiyê ya Awûstûryayê (FPO) û Forûma Lîberal û Awûstûrya ya Nû (NEO) li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ku di nava sînorên fermî yên Sûriye û Iraqê de ne, pêşnûme qanûnek amade kirin. Di pêşnûmeyê de hate xwestin ku dawî li êrîşên dewleta Tirk bê anîn û Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Divê Enqere bê hişyarkirin

Di pêşnûmeyê de her wiha bang li hikumeta Viyanayê hate kirin ku hişyariyê bide rêveberiya Enqereyê. Pêşnûme destpêkê di hefteya derbasbûyî de kete rojeva Komîsyona Karên Derve ya Parlamenta Neteweyî. Piştî nîqaşên li komîsyonê, şirîkên hikumetê Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) û Partiya keskan jî daxuyanî dan û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêşnûmeyê.

Nabe ku HDP bê girtin

Şirîkê herî mezin ê hikumetê OVP ku serokwezîr jê ye, diyar kir ku ji bo Tirkiye bigihêje asta nirxên mafên mirovan û dewleta hiqûqê, ji bo rojnamevanên girtî bêne berdan û zextên li ser HDP'ê bêne bidawîkirin, divê kar bê kirin. SPO ya li muxalefetê jî ji Wezîrê Karên Derve Alexander Schallenberg xwest ku ji bo şermezarkirina doza girtina HDP'ê daxuyaniyekê bide.

Piştî nîqaşên li komîsyonê, bi pêşniyara partiyên li nava hikumet û muxalefetê pêşnûme qanûn kete rojeva Parlamenta Neteweyî. Pêşnûme bi pêşengiya parlamenter Dr. Reinhold Lopatka, Dr. Ewa Ernst-Dziedzic, Petra Bayr û Dr. Helmut Brandstätter hate amadekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.