Li Viyana navê Jîna Amînî
Sêşem 16 Gulan 2023 - 14:08
Şaredariya Viyanayê ragihand ku ew ê navê taxeke bajarê xwe bikin Jîna Amînî.
Şaredariya paytexta Awûstûryayê Viyanayê, navê Jîna Amînî li kolaneke bajar bike. Hêzên rejîma Îranê, Jîna Amînî di 16’ê Îlona par de qetil kiribû û piştî vê hovîtiyê, Jîna Amînî bû sembola serhildana ‘Jin jiyan azadî’.
Şaredariya Viyanayê destnîşan kir ku wan ev biryar ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daye. Rayedarên şaredariya Viyanayê eşkere kirin ku ew ê di demeke nêz de vê biryarê pêşkêşî meclisa şaredariyê bikin.
Şêwirmenda şaredarê Viyanayê û Endama Partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê, Marina Hanke got, “Em weke bajarê Viyanayê ji bo hevgirtina xwe nîşanî xwepêşenderên wêrek bidin, di şexsê Jîna Amînî de tevgera ku jinan daye destpêkirin, li bajarê xwe heta dawiyê cih bidinê.”
NAVENDA NÛÇEYAN