Şoreşa Rojava li kolanên Viyanayê

Duşem 31 Tîrmeh 2023 - 14:14

Bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 11’an li Viyanayê ango paytexta Avûstûryayê, li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê festîvaleke kolanan a ji bo du rojan hate lidarxistin. Di festîvalê de ya ku di 29 û 30’ê Tîrmehê de pêk hat, li ser şoreşa Rojava û tevahî têkoşîna azadiya Kurdistanê nîqaş hatin kirin û panel hatin organîzekirin.

Di axaftinên li festîvalê de bal hat kişandin ser girîngiya Şoreşa Rojava ya beriya 11 salan pêk hat, hate destnîşankirin ku ev şoreş bûye pêşeng ku gelên li Rojhilata Navîn karibin jiyaneke aştiyane û demokratîk ava bikin.

Di roja pêşîn de çalakiyên festîvalê saet di 14.00’an de dest pê kir û heta saet 22.00’an domiya. Ji ber ku ev festîval rastî sedsaliya peymana Lozanê pêk hat, paneleke bi navê ji Lozanê heta Rojava hate lidarxistin. Di panelê de li ser parçekirina Kurdistanê ya ji aliyê Peymana Lozanê, bandorên peymanê yên li ser qirkirina Kurdan û statuya mêtingehî a navneteweyî ya Kurdistanê nîqaş hatin kirin.

Gelek sazî û rêxistinên wekî Defend Kurdistan, RiseUpForRojava, Asyl Not, YXK, System Change not climma change, Jugendrat, Encommun, Young Struggle piştgirî dan festîvalê û standên xwe vekirin. Ji her alî ve eleqeyek mezin ji festîvalê re çêbû. Dostên şoreşger ên enternasyonal, ên Tirkiyeyî û gelên Avûstûryayî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyan dan.

Di festîvalê de hunermendên Kolombiyayî Fernando López û Maren Rahmann jî konser dan.

Şehîdên enternasyonalîst bibîr anîn

Di çarçoveya festîvalê de çalakiyeke din a balkêş jî bîranîna şehîdên enternasyonalîst ên Rojava bû.  Li ser guldankan wêneyên şehîdan hate xêzkirin û navê şehîdan dan guldankan. Ev kulîlk danîn koşeya şehîdan a li avahiya komeleyê. Di çarçoveya çalakiyên festîvalê de, çalakvanên FEYKOM, Defend Kurdistan, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û KPO li ser konfederalîzma demokratîk semîner dan.

Ji bo Ocalan jî azadî xwestin

Di roja duyemîn de aktîvîstê KPO Max Zirngast li ser binpêkirina mafên mirovan û têkoşîna Kurdan li Tirkiyeyê semînerek da. Beşdar di roja duyem de bi klamên dengbêjan û sirûdên şoreşger govend girtin. Di festîvalê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin şermezarkirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin. Festîval bi dirûşmeyên bîranîna şehîdan bi dawî bû.

ANF/VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.