‘Vik û Vala’ bi Kurdî dikenîne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Îlon 2023 - 00:25

Stand-up’a bi navê “Vik û Vala” ku li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî temaşevanan, rastî eleqeyeke mezin hat.

Stand-up’a bi navê “Vik û Vala” ya şanoger û lîstikvan Erdal Kaya li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî temaşevanan. Eywana ku stand-up lê hat lîstin, ji temaşevanan tejî bû. Bilêtên stand-up’ê hefteyek beriya niha qediyabûn. Temaşevan li ber deriyê eywana şanoyê bi kelecanî li benda destpêkirina stand-up’ê man.

Stand-up rastî eleqeyeke mezin hat û lîstikvan Erdal Kaya bi henekên xwe yên kurdewar temaşevan bi coş xistin. Herî dawî temaşevanan bi çepikeke xurt hezkirinên xwe ji Erdal Kaya re pêşkeş kirin û stand-up bi dawî bû.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.