- Derket holê ku ji çendekê ve serokdewletê Azerbeycanê Îlham Aliyev hin parlamenterên desthilata Elman û burokrasiya wê dihewîne, bertîl dike da ku pişta wî bigirin, berjewendiyên wî biparêzin.
Skandala ji ber maskeyan a partiyên desthilatê li Elmanyayê kir ku skandaleke din a elaqedarî Azerbeycanê jî hinekî rohnî bibe. Derket holê ku ji çendekê ve serokdewletê Azerbeycanê Îlham Aliyev hin parlamenterên desthilata Elman û burokrasiya wê dihewîne, bertîl dike da ku pişta wî bigirin, berjewendiyên wî biparêzin. Ji ber ku ew ji mêj bertîlê dide siyasetvanên biyanî, ev yek li Azerbeycanê nebû mesele, wê nebe mesele jî. Her kes li Azerbeycanê dizane ku malbata Eliyev a xwedî desthilat, ji despottirîn û bertîlxurtirîn desthilatên dinyayê ye.
Li Elmanyayê halê hazir çend siyasetvan ji kursiyên xwe ketin. Ya derketî meydanê ew e ku, herî kêm ji destpêka salên 2010'an ve rejîma Azerbeycanê bertîlê dide siyasetvanên Elman da ku karê lobiyê ji bo wê bikin. Niha doz li zilamê CDU'yê Axel Fischer -parlamenterê federal- hatiye vekirin, ew ketiye ber lêpirsînê. Herçî Mark Hauptmann e, ji rêxistina CDU'yê ya Thuringenê, ew jî parlamenterê federal bû, wî ji nîvê Adarê ve ji parlamenteriyê îstîfa kir ji ber peywendiyên xwe yên gumanbar bi Azerbeycanê re.
Musteşar ji mêj zilamê dîktatorî ye
Niha jî derket holê ku Thomas Bareiß, musteşarê CDU'yê li wezareta aboriyê ji nêz ve têkildarî van herdu parlamenterên bertîlxur bûye. Demeke dirêj Bareiß li parlamena federal behsa karê xwe yê di Meclîsa Şêwrê yê di komeleyeke lobiyê de nekir. Ev komeleya lobiyê jî ji bo başkirina îmaja Azerbeycanê dixebitî. Skandala ku weke Aserbaiudschan-Connection belav bûye, êdî ji salên 2010'ê jî kevintir e. Hê sala 2007'an, muhtemelen ew jî tevî kesên din ên ketine nava vê skandalê hatiye kirrîn.
Bareiß sala 2007'an tevî Axel Fischer, Andreas Schockenhoff, Eduard Lintner û Otto Hauser çûbû Azerbeycanê. Ji van Axel Fischer û Eduart Lintner ji ber tohmeta bertîlxuriyê ketine ber lêpirsînê. Otto Hauser bi xwe, konsolosê rûmetê yê Azerbeycanê ye li Elmanyayê. Ew jî timî tê gunehbarkirin bi wê yekê ku binpêkirinên mafê mirovan li Azerbeycanê vedişêre.
Bareiß îdîa dike ku ew sala 2007'an nebûye endamê komeleya lobiyê, têvî ku hingê behsa endametiya wî hatibû kirin. Lê ew hîna nû sala 2013'an bûye endamê komeleyê.
Bareiß li Elmanyayê timî li dijî veguherîna enerjiyê û nexasim jî devberdana ji gazê rabû. Azerbeycan di vî warî de hem weke welatê gazê difiroşe û hem jî weke welatê transît muhim e. Diyar e ku wî ev dijberiya vegera li enerjiyên paqij, ji ber ku bertîl ji Azerbeycanê xwariye, kiriye.
BERLÎN