Veşartina cenazeyê Pîr Kamek

Çarşem 14 Nîsan 2021 - 06:37

  • Dema ku em nişûv daketin, dîmenekî seyr û zindî derket pêşberî me. Li jêr bi hezaran jin û zarok, li deverên weke wêneyan xweşkok bi cih bûbûn. Hespan giya dixwar, çêlek diçêriyan, mih û bizin bi lat û zinaran ve hildikişiyan. Lê dengekî tenê jî nedihate bihîstin; ji ber ku her kes bi dengê nizm diaxivî da ku stargeha wan bi dengekî bilind ê ji ber nebaldariyê, eşkere nebe.

 

Ev nivîs wergera qismekî ji romana Karl May ‘Durch Wilde Kurdistan ‘e ku behsa anîna bermahiyên cenazeyê Pîr Kamek dike. Luqman Guldivê ev werger kiriye.

 

Cejna Êzîdiyan bi awayekî qebe (bêteşe) di nîvî de hatibû birrîn, lê xemgîniya ji ber vê weke dilşahiya xweparastina ji bobelata mezin a ku bi ser heciyên li Şêx Adî* de dihat, mezin nebû.
Min ji Elî Beg pirsî “Êdî wê cejn û pîrozbahî çawa be ?”
“Dibe ku Osmanî hîn çend rojan li jêr bimînin, û Êzîdî wê xwe vî qasî li hêviya wan negirin.”
Wî ji min re rave kir, “Ez ê pîrozbahiyeke ewqasî mezin bidim gelê xwe, ku ji ya li bendê ne mezintir be. Tu bi rêya Geliyê Îdîsê dizanî?” – “Belê.” – “Dema te heye. Hespê xwe bajo wir û ji min re Mîr Şêx Xan tevî şêx û qewalan bîne vir. Ka em binihêrin bê ma bermahiyên laşê Pîr Kamek wê werin dîtin, da ku wî li Geliyê Îdîsê veşêrin.”
Ev helbet fikrek bû ku diviyabû were bîra Êzîdiyan. Min tenê Xelef bi xwe re bir. Boluk Emînî bi xwe li wir hişt.
Min gotibû, ez bi rêya Geliyê Îdîsê dizanim, lê ez ne ji Şêx Adî, ji Baedrê çûbûme wir. Dîsa jî Beg wisa dizanî ku ez bi kurê Selek re di ser Şêx Adî re bi hespê çûme wir. Min ev yek jê re rave nekir, ji ber ku kêfa min dihat, min dixwest bizanim ka bêyî bi rêya wê zanibim, ez ê karibim gelî bibînim yan na. Aliyê ez ê ber pê ve biçim diyar bû, wekî din jî diviyabû şopa Êzîdiyên doh çûn gelî, min bigihînin armanca min. Min di keviya gelî re  hespê xwe ber bi wir ve ajot heta ku gihame raserî ziyaretê. Heta vir, ez rasta gelek Êzîdiyan hatim ku palên çiyê qehîm di destê xwe de digirtin. Paşê ber bi aliyê çepê ve min berê xwe da nav daristanê. Ji bo çavekî fêrbûyî siwarî hespê jî dîtina şopan ne zehmet bû. Me hevraz da pey şopê û di demeke kurt de em gihiştin devera ez bi wergêrê xwe re berwar daketibûm. Li vir nobetdarek sekinîbû û wezîfeya wî jî ew bû ku her kesê bê destûr paş ve bizîvirîne. Em ji ser hespan peya bûn û ew li jor hiştin.
Dema ku em nişûv daketin, dîmenekî seyr û zindî derket pêşberî me. Li jêr bi hezaran jin û zarok, li deverên weke wêneyan xweşkok bi cih bûbûn. Hespan giya dixwar, çêlek diçêriyan, mih û bizin bi lat û zinaran ve hildikişiyan. Lê dengekî tenê jî nedihate bihîstin; ji ber ku her kes bi dengê nizm diaxivî da ku stargeha wan bi dengekî bilind ê ji ber nebaldariyê, eşkere nebe. Mîr Şêx Xan tevî şêx û pîrên xwe li ber avê rûniştibû. Wan ez bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirim; lewma heta niha ew tenê pê hisiyabûn ku êrişa dijmin bi bin ketiye.
Hîna agahiyên berfereh ji wan re neçûbûn.
“Gelo zirar li ziyaretê bû?”
Ev pirsa pêşî bû ku Mîr ji min kir.
“Ti tişt bi ziyaretê û avahiyê din jî nehatiye.”
Dengê tivingan hate me. Gelo gelek xwîn rijiya?” – “Tenê ya dijminan.” – “Û yên me?” – “Hîç ber guhên min neket ku kesek di şer de birîndar bûbe. Lê du kes mirin, ew jî ne di şer de.” – “Kî ne yên mirî?” – “Serac Hefî ji Basonê û ...” – “Hefiyê Basonî? Zilamekî karkir û wêrek. Ne di şer de? Naxwe çawa mir?” – “Beg ew weke qasidê xwe şande cem Tirkan, û wan ew bi tivingê kuşt. Min neçar bêyî ku karibim wî xelas bikim, temaşe kir.”
Şêxan serê xwe tewand, destê xwe li hev pêçan û bêdeng bûn. Tenê Mîr Şêx Xan bi dengekî ciddî û kûr ji min re got “Hefî kiras guherî. Eş-Şems wê li vir êdî roniyê nede wî, belê ew di bin tîrêjên rojeke mezintir de digere. Ew li cem Xwedê ye!”
Bi vî awayî hîskirina mirina mirovekî bandora xwe li mirovî dikir.
Mîr paşê pirsî “Û yê din kî ye?”
“Tu wê bibizdî!” – “Mêrek ti caran ji mirinê natirse, lewra mirin dostê mirovî ye. Kî ye yê mirî?” – “Pîr Kamek.”
Hemû weke ku qolincekê ew girtibin, hilçenîn; dîsa jî kesî ji wan gotinek nekir. Dîsa Mîr Şêx Xan beriya tevan peyivî.
“Pîr Kamekê Pîroz kiras guherî, Xwedê wilo xwest! Behsa mirina wî bike ji me re.”
Heta min dikarî, min kite bi kite behsa mirina Pîr Kamek kir. Hemûyan gelekî hestyar guh da, û paşê Mîr got, “Birano, em wî bi bîr bînin!”
Şêx û pîran serê xwe tewand. Gelo dua dikirin? Ez nizanim, lê belê min dît ku çavên gelekan ji wan şil bûn, û hestyariya wan rastî û ji dil bû.
Piştî navbereke dirêj, hê nû dua û nimêja wan bi dawî bû, min dikarî ji nû ve bi wan re biaxivim.
Min gotinên xwe dewam kirin: “Elî Beg ez şandim, da ku we bibim cem wî. Ew dixwaze binihêre ka gelo cenazeyê Pîr Kamekê pîroz hîn maye yan na. Da ku eger hebe, ew îro wî veşêrin.”
“Erê, ev erkeke girîng e, divê em çareser bikim. Nabe hestiyên Pîr Kamek li cihê hestiyên Mîralay lê, bimînin.”
“Li gorî fikara min em ê hestiyan nebînin û tenê xweliyê bibînin!” – “Naxwe em bilezînin!”
Me da rê, tenê Feqîr ji bo guhdariyê li Geliyê Îdîsê man. Dema em raserî Şêx Adî gihiştin ber konê Elî Begê, serokê Êzîdiyan bi zilamekî re peyivî. Ev zilam şandin cem serhengê Tirkan da ku bipirsê ka ew ê destûrê bidin ku şêx û pîrê Êzîdiyan bermahiyên lodê êgir lêbikolin. Efserê Tirkan ev daxwaz erê kiribû, lê bi şertê ku kesên navbirî bê çek bin. 
Elî Beg nikarîbû bi şêxan re biçe, ji ber ku ew diviyabû timî bi tiştinan ve biçe. Min rica kir bi şêxan re biçim û bi dilxweşî destûra min hat dayîn. Hindik mabû ku tişta sereke hatiba jibîrkirin: Amaneke ku diviya xweliya Pîr Kamekê pîroz tê de bihata bicihkirin. Li ser pirseke der barê vê mijarê de, derkete holê ku Beg li vê jî fikirîbû.
“Mîr Şêx Xan tu dizanî ku kûzçêkerê navdar Rasatê Basonî ji bavê min Huseyin Beg re merkaneyek çêkiribû, da ku rojekê xol û ariya wî tê de were bicihkirin. Ev merkane şaheserek e û hêja ye ku bermahiyên cenazeyê Pîr Kamekê pîroz bihewîne. Ew li mala min a li Baedrê ye û ji bo ku wê bînin, min hinek şandin jî. Beriya ku hûn karê xwe yê li nav bermahiyên loda êgir biqedînin, merkane wê bigihîje vir.”
Ev bes bû û bi vî awayî me da rê. Em di ber bataryayê re bihurîn û gihiştin devera ku Pîr Kamekê pîroz xwe û dijminê xwe bi qurbanî doza tolê kiribû. Me li wir lodekî xwelî û ariyê dît, ji nava wê qurmên nîv şewitî yên darên zexm derdiketin pêş. Li pêşiya wê cenazeyê qasidê bi guleyên tivingan hatî kuştin, hebû.
Xwelî sar bûbû. Ji xaniyên der dorê alavên pêwîst hatin peydakirin û bi vî awayî hêdî û bi baldarî xebata maliştina xweliyê dest pê kir. Vî karî gelekî dewam kir, û di vê navê de Êzîdiyek bi hêstireke merkane lê bar kirî, gihişte wir.
Dema ku xwelî heta ku gihişte erdê bi tevahî hate maliştin, du girêkên bêteşe derketin holê. Şêx û pîran tevahiya baldariya xwe da wan. 

Weha xuya bû ku nikarin wan ji hev derxin. Mîr Şêx Xan bi îşareteke destan bang li min kir.
Bi rastî jî laşên her du miriyan jî li pêşberî me bûn. Nîvî bi nîvî bûbûne komir, qaqilkekî qewîn jî li ser wan çêbûbû. Dema mirovî dêhn û bala xwe ji nêz ve dayê, diyar bû ku ev qaqil ji beşên naşewitin yên bitum û xweliya pêve zeliqî, pêk tê.
Min got, “Ev yê mirî ne. Bi xêra vê bitumê hûn ê karibin miriyê xwe veşêrin. Ev Pîr Kamekê pîroz e û ev ê li wir jî yê Tirk?” – “Ji ku tu tê der dixî? Tu dikarî vê piştrast bikî?” – “Helbet. Sîleh bi Pîr Kamek re nebûn, bi mîralay re şûr, xencerek û du demance hebûn. Hûn lûleyên xwar yên dermanceyan û keviyên tûj ên kêran ên ku bi vî laşî ve zeliqîne, dibînin? Destikê şûr û destiyê dermanceyan şewitîne. Û li vir di bin vî re, serê tûj ê şûr di nava xweliyê re dide der. Ango evna ji sedî sed mîralay bû.” 
Hemûyan fikrê min erê kir û dest pê kir bermahiyên laşê Pîr Kamek kirin nava merkaneyê.
Di dema vî karî de serheng bi gelek efserên xwe re li nêzîk disekinî. Cenazeyê payebilindê wî yê berê, ji wî re hate hiştin û paşê em ji nû ve hilkişiyan serê gir. Li wir Elî Begê xwest Mîr fermanên der barê merasîma cenaze de bide.
Mîr lê vegerand: “Divê em merasîmê heta sibe bi paş ve bixin. Pîr Kamek di nava Êzîdiyan de yê herî dîndar û yê herî zane bû; divê ew hêjayî vê yekê bi rûmet were veşartin, û bi ser de jî îro êdî dereng e. Ez ê fermanê bidim da ku ji bo wî li Geliyê Îdîsê goreke abîdeyî were çêkirin û çêkirina vê gorê sibe mumkin e bi dawî bibe.”
“Naxwe wê karê te bi dîwarlêker û xeratan hebe?” – “Naxêr. Em ê avahiyeke hêsan ji kevir û beran lêkin. Her mêr, her jin û zarok divê li gorî qeweta xwe kevirekî bîne, da ku ti heciyê li vir civiyayî ji çêkirina weqfa yê kiras guhertî, nemîne.”
Elî Begê bi van gotinan li ber vê yekê rabû: “Lê ji bo nobetgirtina li Tirkan pêdiviya min bi şervanan heye!”
“Ew ê bi dorê bikin. Bi vî awayî timî têra te zilam wê li ber destê te bin. Ka em bi hev bişêwirin, em gora ziyaret bi çi rengî ava bikin!”
Ji ber ku serê min bi vê mijarê nediêşa, ez çûme cem wergêrê xwe, da ku nivîsên rehmetî bide min. Ûsiv ew di nava dareke çinarê ya nava wê pûç de veşartibûn û ji bo ku hişê xwe bidim ser dersên zimên, em li nêzîkî wê rûniştin.
Bi vî awayî roj bihurî û bû êvar. Li ser girên li hawîrdora geliyê Şêx Adî, agirekî nobetê li cem yê din dadayî bû. Serheng soza xwe xera bikira û bi xwesta bi şevê ji xeleka dorgirtinê xilas bibe, ne mumkin bû ku Tirk bifilitin. Dema tariya şevê bê pirsgirêk derbas bû, sibehî jî Palî vegeriya. Ez li konê Beg razabûm û dema qasid gihişt, ez hînê di kon de bûm.
Elî Begê jê pirsî: “Te mutesarif dît?”
“Belê begê min, derengî êvarê.” – “Şekîb Xelîl Paşa çi dibêje?” 
“Pêşî qeherî û zivêr bû; xwest ku heta min bide kuştin, bide ber qamçiyan. Paşê gazî gelek efseran û dîwana xwe kir û bi wan re demeke dirêj şêwirî. _ Paşê destûra vegera min hat dayîn.” – “Di dema şêwrê de tu ne amade bûyî?” – “Naxêr.” – “Çi bersiv dan te?” – “Nameyeke ku ji te re hatiye şandin.”
Palî nivîsek derxist ku bi mohra mezin a mutesarif hatibû mohrkirin. Elî Begê name vekir û berê xwe da rêzên nivîsê. Di nameya mezin de, nivîseke kurt û eşkere hebû. Wî her du nivîs dan min.
“Efendî bixwîne! Ez gelekî meraq dikim ka mutesarif çi biryar daye.”
Nivîs bi destê katibê walî bû û paşa jî mohra xwe danîbû binê. Wî soz dida ku ew ê sibe bi deh zilaman re li Ceraycê be û şertê ku Elî Begê jî tenê bi ewqas kêm zilam were cihê civanê wan, datanî ber. Şekîb Xelîl li bendê bû lihevkirin aştiyane be û rica dikir ku fermana nivîsandî ya di nava nameyê de bidin Serhengî. Her weha lê hatibû zêdekirin ku fermana hatî şandin, baş û rast were xwendin.
Elî Begê bêhnhatîber bêhna xwe da. – Piştî navbereke kurt dilê xwe bi van gotinan fereh kir:
“Em bi ser ketin û derseke ku ji bîr neke me da mutesarif. Tu vê dibînî Efendî? Vê nameyê bidin serheng, ez ê jî sibe bi deh zilaman li Ceraycê bim.”
“Ji bo çi tu wê vê nivîsê bidî serheng?” – “Ev ji bo wî ye.”
“Lê ev ne pêwîst e, ji ber ku wî berê soz dabû ku ew ê li gorî fermana di vir de tevbigere.” – “Ew ê biya vê fermanê çêtir û dilsoztir bike, heger bibîne ku ev daxwaza paşa ye.”
“Ez neçar im ji te re bêjim ku gumanê ji vê nivîska piçûk dibim.” – “Çima?” – “Ji ber ku ne lazim e û gotinên dawî yên dibêjin, serheng divê fermanê baş û rast bixwîne, çi qasî ecêb in!” – “Ev yek ji bo ku baweriya me bi dilwxaziya mutesarif bîne û serheng jî bi tevahî biya fermanan bike ye.” – “Jixwe, divê serheng bi tevahî biya fermanan bike, lewma jî li gorî min ji ne lazim û wê de jî maneyeke vê fermanê heye.” – “Ev name ne ya min e. Paşa ew sparte rastîbûna min û divê ev name bikeve destê serheng.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.