- Sê salan piştî ku têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Kolombiya û Venezûelayê de qut bûbûn, herdu welatan sefîrên bilind li hev tayîn kirin û dest bi asayîkirina têkiliyan kirin.
Sê salan piştî ku têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Kolombiya û Venezûelayê de qut bûbûn, herdu welatan sefîrên bilind li hev tayîn kirin û dest bi asayîkirina têkiliyan kirin.
Piştî ku Gustavo Petro li Kolombiyayê bû Serokkomar, têkiliyên navbera Caracas û Bogotayê jî ketin ser rêya asayîbûnê.
Serokkomarê Venezûelayê Nicolas Maduro diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê berê Felix Plasencîa ji hikûmeta Kolombiyayê akredîtasyon xwestiye û wê di demeke nêz de li Bogotayê be.
Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro ku gerîlayê berê ye diyar kir ku weke bersiva li hikûmeta Venezuelayê biryar daye ku Armando Benedetti bike Sefîrê Bilind ê Kolombiyayê li Venezûelayê. Benedetti senatorekî berê ye.
BOGOTA