Vejîn li her derî cejn e

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 15 Tebax 2022 - 22:18

  • Dirûşma şahiyên îsal “Bi şiara Rêbertî û nasnameya azad û xweseriya demokratîk, parastina Kurdistanê bike” bû.

Li gelek welatên Ewrûpayê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakî û şahiyan hate pîrozkirin. Dirûşma şahiyên îsal “Bi şiara Rêbertî û nasnameya azad û xweseriya demokratîk, parastina Kurdistanê bike” bû.

FREIBURG: Li vî bajarê Elmanyayê, di şahiyê de Hevserokê Meclîsa Gel got, “Bi çirûska guleya 15´ê Tebaxê û berxwedana li zindanan,  gelê Kurd, ji nû ve hişyar bû. Ji bo Kurdan jiyaneke nû çêbû, li çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Di şerê niha li Kurdistanê de, ruhê 15’ê Tebaxê dewam dike.” Hunermend Semyan Adar, Hozan Axîn, Hunermend Destan, Hozan Bîrhat derketin ser dikê.

HAMBURG: Li vî bajarê li bakurê Elmanyayê, Cejna Vejînê bi coş hate pîrozkirin. Kurdistaniyên li vî bajarê Elmanyayê û derdora wê tevlî vê şahiyê bûn. Her wiha endamên rêxistinên çep ên Tirk û şoreşgerên Elman jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Hunermend Jiyan Arjîn derkete ser dikê û govend hate gerandin.

LEIPZIG: Li vê bajarê rojhilatê Elmanyayê jî bi şahiyekê berxwedana Zapê hate silavkirin û Cejna Vejînê hat pîrozkirin. 

BERLÎN: Pêngava 15'ê Tebaxê li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê ciwanên ji tevgerên TCŞ û Têko-Jinê ve bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiya li Mauerparkê de ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê jî îmze hatin komkirin.

KIEL: Li vî bajarê bakurê Elmanyayê Cejna Vejînê bi çalakiyan hat pîrozkirin. Merasîma ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Kîielê ve hat lidarixtin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Navenda Çanda Kurd a Kîelê Heval Hesen têkildarî girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê axivî.

STRASBOURG: Li vî bajarê rojhilatê Fransayê, Cejna Vejînê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) hat pîrozkirin. Velî Tekîner li ser navê meclîsa NCDK a Strasbourgê bal bire guleya ewil a li dijî mêtingeriya Tirk. Xazî Kemal Dîlok jî paşê got, “Beriya pêngavê, bi darbeya leşkerî her kes hatiye bêdengkirin, mêtingeriya dewleta Tirk, gotiye qey wan Kurd heta hetayê binax kirine.”

LONDON: Bi boneya salvegera pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, Navenda Çanda Kurd a Londonê, li Parka Finsbury pîrozbahiyek li dar xist. Li qada pîrozbahiyê posterên Rêber Abdullah Ocalan û Fermadar Egîd, al û flamayên PKK, YPG û YPJ’ê hatin daliqandin. Qisekeran nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û got: “Gelekî bi pêşengiya Rêber Apo û di bin fermandariya Heval Egîd de ji bo vejîn û azadiyê meşiya. Îro xeta xiyanetê ya hevkar rê li ber dagirkeriya faşîzma dewleta Tirk li Kurdistanê vedike. Bila dev ji vê xiyanetê berdin.”

BERN: Meclîsên gel ên Bern û Bielê, bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, li bajarê Ins ê Kantona Bernê pîrozbahî li dar xist. Nûnera Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Saadet Kûran got, Kurd, bi Pêngava 15’ê Tebaxê hişyar bûne. Siyasetvan Bûrhan Karakoç ê li ser navê meclîsên herêma Bernê got, “Guleya ewil a bi dijmin de hat teqandin di heman demê de bersivek ji bo Kurdê radestbûyî ye.” Şahiyê bi gerandina govendê û stranan dewam kir.

WINTHERTHUR: Li vî bajarê Swîsreyê, di şahiya cejna vejînê de Hevserokê NCDK a Winterthurê Îbrahîm Botan got, “15’ê Tebaxê gelê Kurd tevî reng û cudahiyên xwe kir yek û dest bi girtina ber li dagirkeriyê kir.

Keç û kurên egîd ên vî gelî yên di tûnêlên şer de, temînata hebûna gelê Kurdistanê ne û tişta dikeve ser milên me jî geşkirina vê têkoşînê û piştgirî ye.”

ST GALLEN: Li vî bajarê Swîsreyê di şahiya cejnê de Hevserokê NCDK´ê, Îsmaîl Kardaş got, “Gava 38 sal berê guleya ewil hat berdan, hinekan got ew ê di rojekê de biqedin. Lê wan nedizanî ku Rêbertiyê ev bawerî ava kiriye û hevrêyên wî wê pêşengiya vê pêngavê bikin.” Pîrozbahî, bi muzîkê û kargehên lîstîkan ji bo zarokan û çalakiyên werzişê bi dawî bû.

LUZERN: Li CDK´ê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi merasîmekê hat pîrozkirin. Siyasetvanê Kurd Mehmet Alî Hoca jî got, “Di 15’ê Tebaxê de 3 gule hatin avêtin. Guleya destpêkê berdan dijmin. Ya duyemîn berdan teslîmiyeta Kurd. Ya sêyemîn jî meşaleyek bû û ev 38 sal in rêya me ronî dike.”

BASEL: Li seyrangehê li girê Muttenz a Kantona Baselê şahiya cejnê hebû. Hevseroka CDK’ê ya Baselê Necla Dersim Pêngava 15’ê Tebaxê û cejn pîroz kir. Piştre, pîrozbahî bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.

ST. POLTEN: li vî bajarê Awustruyayê Kurdistaniyênji Viyana û Innsbruckê cejn pîroz kirin. Hevserokê Kongreya Gel, Remzî Kartal, li ser Pêngava 15’ê Tebaxê axivî. Piştre li sînevîzyona  Pêngava 15’ê Tebaxê hat temaşekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.