Veguhertina hişmendiyê erka me ye
Pêncşem 27 Sibat 2025 - 02:55
Endama Koordînasyona Mala Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa da zanîn ku jin ji bo avakirina jiyanek wekhev û azad, ji dîrokê heya vê kêliyê şerê guhertina hişmendiyê dike û got:"Erka me ya bingehîn ew e ku em xwe bighînin her jinekê û hişmendiya wê bidin guhertin da ku em wê ji qeyd û bendên desthilatdaran rizgar bikin. ”
Li dijî her cure zext û ferzkirinên ku hişmendiya mêr-dewletê li ser jinan ferz dike û bi vî awayî êrişî civakê dike, jin di nav serhildanê de ne. Jinên ku xwe di her warî de birêxistin dikin pêşengiya azadiya civakê jî hildigirin ser milê xwe. Endama Koordînasyona Mala Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa têkîldarî têkoşîna jinan a ku her diçe bêtir birêxistin dibe kir.
Rîma Îsa bal kişand ser têkoşîna 129 jinên ku ji bo mafên xwe dest bi grevê kiribûn û bi zindî li fabrîkayê hatibûn şewitandin û got ku bi têkoşîna wan jinan 8’ê Adarê weke roja jinan a cîhanî hat qebûlkirin, ev mîrate heya roja me ya îro jî didome.
Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bersiv da
Rîma Îsa balkişand ser serhildana 19’ê Tîrmehê ku di encamê wê de sîstema rêjîma Baas'ê ya 52 salan hatiye hilweşandin û wiha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya jinan pêk hat, bingeha xwe ji tekoşîna 8’ê Adarê digre. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her qadên jiyanê de rola xwe lîstin û li hemberî feraset û bîrdoziya mêrê serdest têkoşîn meşandin. Di encama wê tekoşînê de hilweşandina Rêjîma Baas'ê çêbû. Wê rêjîmê tu rê û rêbaz ji bo azadiya jin û civakê pêşkêş nekir û her tim civak ber bi xitimandinekê ve dibir, lê jinê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bersiv da û ew sîstem hat hilweşandin.”
Mafê jnan sînordar dike
Rîma Îsa destnîşan kir ku feraseta li Şamê xwe birêxistin dike, dixwaze Sûriyeyê vegerîne Sûriyeke kole û wiha domand: “Piştî hilweşandina Rêjîma Baas'ê, hêviyên jinan û gelên Sûriyeyê ji bo êdî her kes di Sûriyeya azad de bijî, mezintir bûn. Lê mixabin îro em dibînin ku hikûmeta nû ya demkî rola jinê red dike, zagonên ku mafê jnan sînordar dike pêşkêş dike û li herêmên ku di bin serweriya vê hikûmetê de ne jin tên qetilkirin, destdirêjî û lêdan li wan tê kirin.”
Veguhertina hişmendiyê erka me ye
Rîma Îsa bang li tevahî jinên Sûriyeyê kir ku ji bo avakirina Sûriyeya nû, bi hişmendiyek azad helwesta xwe nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro di hundirê Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de jin hene, lê ne bi ferasetek azad tevdigerin, wekî robot kar û xebatê dimeşînin. Di sedsala 21’ê de erka me ya bingehîn ew e ku em xwe bighînin her jinekê û hişmendiya wê bidin guhertin da ku em wê ji qeyd û bendên desthilatdaran rizgar bikin. ”
NÛJINHA/HESEKÊ / RONÎDA HACÎ