‘Vegere mala xwe!’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:09

  • Şêwekar Tîmûr Çelîk bi wêneyê xwe yê nû yê bi navê “Komm nach Hause” (Vegere malê) ku li ser tuwalê bi boyaxê çêkiriye, behsa şerê Rûsya û Ukraynayê dike. 

Şêwekar Tîmûr Çelîk bi wêneyê xwe yê nû yê bi navê “Komm nach Hause” (Vegere malê) ku li ser tuwalê bi boyaxê çêkiriye, behsa şerê Rûsya û Ukraynayê dike. 

Di wêneyê Çelîk de hirçeke ku mirvekî bi çek (sekvan) hilgirtiye ber hembêza xwe heye. Hirçê ew bi lepên xwe girtiye. Sekvan şalekî leşkerî li xwe kiriye û di lingan de jî botên leşkerî hene. Her wiha di destan de jî çek heye. Dema mirov bala xwe dide wêne, mirov dikare bi hêsanî tê derxe ku ev sekvan serokdewletê Rûsya Vladimir Pûtîn e. Hirça boz dixwaze Pûtîn vegerîne Rûsyayê. Ji ber vê yekê jî navê tabloyê, “Vegere mala xwe” ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.