Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar tevgera dewletên Ereban a li ser meseleya Sûriyê de erênî nirxand û bang li dewletên Ereban kir da ku yekîtiya hêzên Sûriyeyê ava bikin û ji bo pêkanîna çareseriyeke siyasî tevgerên xwe bidomînin.
Ji ajansa nûçeyan a Hawarê (ANHA) Yehya el-Hebîb bi Riyad Derar re li ser meselê axiviye.
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, vegera Sûriyeyê ya li nava Komkara Erebî erênî nirxand û got, "Em vegera Şamê ya li Komkara Dewletên Ereban û beşdarbûna wê di saziyên komkarê de weke faktoreke erênî dibînin. Ev qewmîn di çaçroveya rola erebî de ye. Em bi hêvî ne ku di vê çarçoveyê de çareseriyeke siyasî pêk were ku hêviyên gelê Sûriyê bi cih bîne, yekîtî û serxwebûna Sûriyeyê biparêze. Em hewldanên erebî yên bi armanca bidawîkirina êşa sûriyeyiyan, erênî dibînin. Di encamê de vegera Sûriyê li komkarê bibe faktorek ku zextê li rejîmê bike da ku bi tena serê xwe ji bo çareseriyê tev negere û bi tenê di rêvebirina saziyên dewletên de nemîne."
Avakirina yekîtiya hêzên Sûriyê
Riyad Derar ji dewletên Ereban re got, "Wek MSD banga me nexasim ji bo dewletên daxuyaniya Emanê dane û Erebistana Siûdî ew e ku hêzên opozîsyonê vexwîne da ku yekîtiya xwe ava bikin û bi beşdarbûna hêzên li ser erdê hemûyan nihêrînên afirîner pêşkêş bikin. Ev yek dê ji bo biserxistina rola Ereban bibe destek. Hewldanên Ereban, bi taybetî helwêsta Erebistana Siûdî, dikare ji bo çareseriyê bibe alîkar.”
Derar ev peyam dan dewletên Ereban: “Em bang li Erebistana Siûdî û van dewletan dikin ku li ser vî esasî hewldanên qenc ji bo tevahî sûriyeyiyan bikin. Em hêvî dikin tevahiya aliyên sûriyeyî bêyî dûrxistina aliyekî, li hev bicivîne."
Biryarê divê Sûriyeyî bidin
Derar di dewama nirxandina xwe de got, "Rola Ereban dikare ji bo bipêşxistina diyalogên di navbera sûriyeyiyan de, bi taybetî di navbera hikûmet û opozîsyonê de de, bibe destek. Divê ev rol li gorî hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên bi rêya biryarên Cenevreyê yên têkildarî çareseriya siyasî, bi taybet biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî be. Divê ev rol bibe dehfek ji bo pêkanîna guhertineke bingehîn da ku sûriyeyî bi xwe pergala xwe ya siyasî diyar bikin.”
Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar di dawiya axaftina xwe de got, “Ji ber ku rejîm hîs dike ku bi ser ketiye û dibe ku daxwazan bi cih neyne. Ji ber vê yekê zext û domandina peyamên dîplomatîk pêwîst in da ku çareseriyeke rasteqîn pêk were û me ber bi ewlehiyê ve bibe. Divê her kes beşdarî çareseriyê bibe. Rêyên dîplomatîk heta niha bi pêş ve diçin û dikarin dor li rejîma di nava Komkara Erebî de bigirin da ku ji bo çareseriya siyasî tawîzan bide.”
HESEKÊ