Vegera koçberan hêsan bike

Şemî 21 Hezîran 2025 - 03:00

Cîgirê hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran Şêxmûs Ehmed bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku ji bo vegera hemû koçberan xizmetguzariyan hêsan bikin û hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re bike.

Ji bo hêsankirina vegera bi hezaran koçberan bo herêmên xwe yên hundirê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku bi awayekî bibandor hevkariyê bike ji bo ku koçber bi hêsanî bikarin vegerin.

Cîgirê hevserokên Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed diyar kir: "Rêveberiya Xweser ji gotûbêjkirina dosyaya koçberan, bi rêya komîteyên hevbeş,  danûstandinên xwe de bi hemû aliyan re berdewam dike, bi taybet bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Hikûmeta Veguhêz li Şamê re."

Şêxmûs Ehmed bal kişand ser hewldanên di vî warî de û biryareke taybet a der barê kampa Holê de ku beriya hefteyekê bi hevkariya UNHCR`ê û rêxistinên xwecih komeke koçber ber bi Helebê ve hatin derxistin.

Koma koçberan ji 42 malbatan (178 kes) pêk dihat. Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku di rojên pêş de dê komên din ên koçberan ber herêmên hundirê Sûriyeyê ve bêne şandin.

Şêxmûs Ehmed bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku ji bo vegera hemû koçberan xizmetguzariyan hêsan bikin û hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re bike.

ANHA/REQA/ENES MIHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.