• Li ser raperîna gel a li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê KODAR´ê daxuyanî da, derdorên hewl didin dawiyê li serhildana gel binîn hişyar kir û got, tenê rêya birêxistinkirina xwerêveberiyên gel li ber wan heye.   

Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor (RSF) ragihand ku ji dema destpêkirina raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve yanî ji 16´ê Îlonê ve 41 rojnamevan hatine girtin, xwest rojnamevanên girtî werin berdan û dest ji binpêkirina azadiya ramanê berde. Neteweyên Yekbûyî jî xwest Îran êdî mafê mirovan binpê neke. Wê got, heta niha herî kêm 23 zarok di êrişên rejîma Îranê de hatine kuştin. Hengawê behsa 31 zarokên qetilkirî kiribû. KODAR´ê jî bi daxuyaniyekê got, kî hewl bide raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dawî bike, ew xwe jî û gel jî dixe tehlûkeyeke mezin. 

 

41 rojnamevan girtine

RSF´ê têkildarî binpêkirinên mafên rojnamevanan di raperîna li Rojhilatê kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek da. RSF´ê got, “Di serhildana vê dema dawî ya li Îranê de, yek ji komên ku herî zêde dibe hedefa êrişan, rojnamevan in. Rejîma Îranê Serhildanan weke derfetê ji bo bêdengkirina rojnamevanan bi kar tîne.”

RSF´ê wekî din da zanîn ku ji destpêka raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve 41 rojnamevan hatine girtin û xwest hemû rojnamevanên girtî werin berdan. Wî ji rejîma Îranê xwest dest ji binpêkirina azadiya ramanê êdî berde.

 

NY: Îranê 23 zarok qetil kirine

Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 16’ê Îlonê ve di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 23 zarok ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Komîteyê di daxuyaniyeke nivîskî de bal bire ser binpêkirinên cidî yên mafên zarokan li Îranê û got, divê ji aliyê dezgehên şareza, serbixwe û bêalî ve bi hûrgilî bên lêkolan.

Komîteyê binpêkirinên giran ên mafan şermezar kirin û got, hin zarok bi guleyên rastî hatine kuştin, hin jî bi lêdanê hatine kuştin.

NY her wiha dide zanîn ku rejîm zilmê li zarokan jî dike: “Gelek malbat neçar tên hiştin ku bibêjin zarokên wan xwe kuştine û îfadeyên derew bidin da ku hêzên dewletê beraet bikin.” 

Jixwe daxuyaniyên rêxistinên mafên mirovan jî vê yekê piştras dikin: Hengawî pêr dabû zanîn ku herî kêm 31 zarok heta niha hatin qetilkirin û nav û nasnameyên wan jî piştrast kirin. 

Komîteya NY´yê ya ji 18 pisporên serbixwe, bang li rayedarên Îranê kir da ku, dawî li binpêkirinên mafên zarokan bînin. 

 

Tenê ev rê li ber me ye

Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), bi daxuyaniyekê nihêrîn û pêşniyazên xwe yên li ser serhildana bi pêşengiya jinan a bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê, anî ziman.

KODAR’ê got, xwepêşandan vê carê li gorî yên berê xurtir û bidisiplîntir e û “Serhildan gihaya qonaxeke welê ku êdî vegera jê nîne, veger û pêşîgirtina ji daxwazên gihayî asta guherînê nîne.”

KODAR´ê ji bo hewldanên bidawîkirina raperîna gel jî wiha hişyar kir: “Ji bo wê ti maf û hêza kes û rêxistinekê nîne, bikeve nava hewldanan ji bo bidawîkirina serhildanê. Heger vê bikin, xwe û gelê xwe dixin nava metirsiyeke mezin. Heman demê zemîn û derfetên ji bo bipêşxistina serhildan û gihiştina şoreşeke rasteqîn li ber dest hene, bila ti kes ti hincet û sedeman ji bo xwe peyda neke ji vî erkê exlaqî û mirovî xwe nede paş. Serhildana gelan ranaweste, pêwîstî bi pêkanîna rêveberiyên xweser ên gel li bajaran heye. Ji bo wê, gelên li kuçe û kolanan serî hildaye, dest bi rêxistinkirineke xurt û pêkanîna rêveberiyên xweser ên herêmî, tax û kolanan li nava beşên civakê ava bike. Çalakvan, rewşenbîr, siyasetvan li nava vê cihê xwe bigirin ji bo baştir, bi biryardartir û vekirîtir daxwazên xwe yên azadî û aştiyê bînin ziman. Ji ber ku tenê ev rê li ber me heye.”

NAVENDA NÛÇEYAN