Veger bi garantiyên navneteweyî dibe

Şemî 28 Tebax 2021 - 03:10

HENAN MIHEMED / ANHA/HELEB

Hevseroka Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Valentîne Ebdo got, divê şêniyên Efrînê tenê bi parastin û garantiyên navneteweyî vegerin Efrînê.

Di demekê de ku li Efrînê sûcên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne û raporên navneteweyî vê yekê piştrast dikin, dezgehên çapemeniyê yên ENKS`ê propagandayê dikin da ku gel vegere Efrînê.

Valentîne Ebdo li ser mijarê got, "Dewleta Tirk û ENKS dolaban li ser gelê Kurd digerînin û ya herî dawîn jî îdîayên der barê ewlehiya li Efrînê de bû. Ev lîstik bi qesdî têne domandin."

Valentîne diyar kir ku ENKS hewl dide ku bi van îdîayan, sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê wekî kuştin, revandin, dizî û guhertina demografiyê veşêre û dagirkeriya wê rewa bike.

Valentîne Ebdo da zanîn ku çete bi hezaran dolaran ji kesên vegerîne Efrînê distînin, li aliyekî din jî xelkê direvînin û fîdyeyê dixwazin.

Valentîne got, Partiya Demokrat a Kurdistanê di civîna Îtîlaf û ENKS'ê ya li Başûrê Kurdistanê de, ev plansazî nîqaş kirin û armanc jê ew e ku sûcên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê veşêrin.

Valentîne Ebdo bang li Efrîniyan kir ji derewên dewleta Tirk û ENKS'ê bawer nekin û divê bi garantiyên navneteweyî vegerin.

Wî got, vegera li Efrînê dê piştî rizgarkirina ji dagirkeriya Tirk be. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.