Rojnamevan Ersîn Çaksû der barê rewşa dewleta Tirk a li Sûrî de nivîsî. Çaksu diyar dike ku Dewleta Tirk a nuqteyên xwe yên çavdêriyê ku di encama hevdîtinên Astanayê de li Idlibê ava kir, yek bi yek vala dike. Ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê ya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî hêza xwe zêde dike.
Çaksû diyar dike ku Dewleta Tirk nuqteya bi hejmara 5’an a li Til Eys’ê ku nuqteya dawî ya çavdêriyê ya li bejahiya Idlibê di bin dorpêça hêzên rejîma Sûriyeyê de ye, vala kiriye. Bi valakirina nuqteya li Til Eys re hejmara nuqteyên ku artêşa Tirk li Idlibê vala kir bû 8 nuqteyên çavdêriyê.
Sala 2017’an li paytexta Kazakistan Astanayê, di encama peymana navbera Rûsya, dewleta Tirk û Îranê de artêşa Tirk li Idlibê 12 nuqteyên çavdêriyê ava kiribû. Bi pêşveçûna Rûsya û hêzên rejîma Sûriyeyê re 8 ji wan nuqteyan di nava dorpêçê de mabûn. Artêşa Tirk mehên derbasbûyî nuqteyên çavdêriyê yên 9 û 10 ên li bakurê Hamayê, nuqteya bi hejmara 5 a li Raşîdînê, nuqteya 8’an a li başûrrojhilatê Idlibê, nuqteya 3 a li Şeyh Akîl, nuqteya 4’an a li Anadanê û nuqteya 7 a li Tel Tûqanê vala kiribû.
Rûsya li ya xwe ye
Çaksu van agahiyan jî dide me: “Di heman demê de artêşa Tirk xwe vedikişîne, lê li qadên xistiye destê çeteyên xwe yên bi navê Tehrîr El Şamê 60 nuqteyên leşkerî ava kirine û bi qasî 20 hezar esker xistiye mintîqeyê. Artêşa Tirk li aliyekî xwe ji nuqteyên dorpêçkirî yên li Idlibê vedikişîne, li aliyê din jî ber bi Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve veguhastina leşkerî dike.
Herêma sereke ya ku dewleta Tirk veguhastina leşkerî û êrişên xwe li ser zêde kiriye, bajarokê Eyn Îsayê ye ku li ser rêya M4 e û herêmên Cizîr û Firatê bi hev ve girê dide.
Artêşa Tirk êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê giran kiriye ku ev herêm di heman demê de Kobanê û Reqayê jî bi hev ve girê dide. Li gorî agahiyan, ji bo dagirkirina vê herêmê bi rengekî fermî destûr ji Rûsyayê xwestiye.
Rûsya ku gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk weke amûreke zext û zordariyê li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne, çend roj berê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xwestibû ku bajêr radestî rejîma Sûriyeyê bike.
Lê belê ji ber ku ev daxwaz ji aliyê QSD’ê ve hate redkirin, çeteyên ser bi artêşa Tirk dest bi êrişeke berfireh kirin. Piştî ku êriş ji aliyê QSD’ê ve hatin têkbirin, di navbera QSD, Rûsya û rejîma Sûriyeyê de biryar hate wergirtin ku ji bo şopandina ”peymana agirbestê li navenda Eyn Îsa û derdora wê 3 nuqteyên çavdêriyê bên avakirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN