- Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê, Idrîs Selmo: Hêzên me di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de berxwendaneke bê hempa li hemberî hêzên tarî yên dijminên mirovahiyê raber kirin û pîlan û êriş têk birin.
Cenazeyê 23 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin veşartin. Di merasîmê de hate gotin, hevgirtina pêkhateyên herêmê, tevahiya pîlan û komployên li dijî QSD û Rêveberiya Xweser têk birine.
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û navçeyên wê, cenazeyên 23 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê, veşartin.
Şehîdên ku xelkê Rojava, cenazeyên wan bi merasîma bi heybet spartin axê, ev in: Muhened Hesen Silêman, Ednan Ewda El-Ubeyd, Mihemed El-Ebid, Ehmed Hiwêdî El-Tewîl, Xelîl Mihemed Şêxo, Şukrî Wadî Doman, Ebdulraûf Îd El-Selîm, Elî Hisên El-Elî, Ehmed Casim El-Elî, Îmad Salih, Rêşad Ehmed Yûnis, Feysel Ebdurehman, Ednan Ebas Xilêf, Egîd Mihemed Xelîl, Ehmed Xazî Nasir, Ehmed Salih Silêman, Mihemed Fîras Dexîl, Samî Îbrahîm Yûsif, Ebdullah Xelîl El-Îfên, Xalid Ilêwî, Zehredîn Hesen Ebdo, Cuma Şêxo Beyrem û Ehmed Ayîd Salih.
Şervanan xatirê xwe ji şehîdan xwest
Xelkê cenazeyên şehîdan ji pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî erebeyan, bi wêneyên şehîdan, alên hêzên leşkerî û Meclîsa Malbatên Şehîdan, ew birin Goristana Şehîd Dijwar.
Li goristanê ji bo tevahiya şehîdên şoreşê rêz hate girtin û rêûresmeke leşkerî ya şervanên QSD û YPJ'ê jî hat lidarxistin.
Şehîdan pîlan dewleta Tirk xira kir
Paşê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û got, "Şehîdên me şehîdên pêngava lehengiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê û tevahiya mirovahiyê canê xwe feda kirin."
El-Mihbaş anî ziman ku dijminên Rêveberiya Xweser, fêm kirine ku leheng hene ku ji mirinê natirsin û ji bo ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rûmet bijî, canê xwe didin.
El-Mihbaş wiha peyivî: "Em şehîdên xwe yên leheng bi oxir dikin û êş û azar dilê me diguvêşe. Lê di heman demê de em bi wan serbilind in û ji wan fêrî lehengiyê bûne. Ji ber ku dikarîn pîlanên erzan ên îstîxbarata Tirkiyê û hevkarên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin."
Erdoxan bêzar kirin
Di merasîmê de endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif jî got, "Em 121 şehîdên ku ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadî bijîn, canê xwe dan, bi oxir dikin."
Foza Yûsif got, van şehîdan bi lehengî rê li ber pîlaneke mezin li dijî mirovahiyê têk birin ku xwestin îradeya gelan têk bibin û çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve zindî, bikin.
Foza Yûsif di dawiyê de got, "QSD, Hêzên Parastina Civakî bi hevkariya gelê Hesekê tevahiya pîlanên dijberî gel têk birin."
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê, Idrîs Selmo jî bal bire ser pîlanên dewleta Tirk a dagiker ên li dijî herêmê û got, "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de berxwendaneke bê hempa li hemberî hêzên tarî yên dijminên mirovahiyê raber kirin û pîlan û êriş têk birin. Piştî têkbirina van êrişan, Erdogan bê çare ma, ji ber vê yekê em dibînin ku bi balefir, tank û topan êrişî herêmê dike da ku hêza me lawaz bike û rêveberiya me têk bibe."
Selmo da zanîn ku ew hêza xwe ji gelê xwe û hevgirtina pêkhateyan digirin û li hemberî tevahiya êrişên li dijî herêmê ew ê li ber xwe bidin.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rojda Ehmed jî nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
ANHA/HESEKÊ