REWŞAN DENIZ
Li Rojhilatê Kurdistanê raperîna xelkê bûye hêza sereke ya raperîna li dijî rejîma Îranê li tevahiya Îranê. Raperîna ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, hîna jî bi xurtî li navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê dewam dike. Li ser aliyên nû yên vê raperînê em bi Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm re peyivîn. Gulan Fehîm got, vê carê hêzên siyasî yên li Kurdistanê karîne yek helwêstê nîşan bidin. Wê her wiha got, civaka Îranê vê carê pişta jina Kurd girtiye.
Ji bo cudahiya di navbera xwepêşandanên berê û raperîna niha de Hevseroka KODAR´ê Gulan Fehîm got, “Hingê rejîmê dixwest rûyekî xwe yê cuda nîşan bide û miameleya wê cuda bû. Wan salan, hikûmeta Rûhanî ya ji reformxwaz û hêzen teknokrat û hin kesayetiyên Milî-Mezhebî, desthilatdar bûn. Hikûmeta Rûhanî gelekî hewl dida ku bi welatên rojava re têkiliyê çêke û beşdarî sîstema tîcareta serbest bibe û ji bo vê dixwest di çarçoveya lihevkirina nukleerî de vê yekê bike. Lê ji ber muxalefeta hêzên muhafezekar a hundir, di hewldanên xwe de bi ser neket. Hingê hikûmetê dixwest bi awayekî hesabderî, hemî pirsgirekan bi pirsgireka aborî rave bike, yanê rêya çareseriya pirsgirekan hemûyan di çareserkirina pirsgireka aborî de didît. Daxistina asta pisgirekan û girêdana wan bi pirsgrekên aborî re, xizmeta sîstema dîktatorî dike û rê vedike li ber wê yekê ku daxwazên gel bên jibîrkirin.
Lê di serhildana Îlona îsal de her tişt cuda ye. Yekdestbûna hikûmet û dezgehên rêveberî, yasayî û dozgerî bi her awayî rê li ber gel girtibûn û wan nedihişt gel bêhnê bide û bistîne. Rejîma îranê neqeba di navbera gel û desthilatdariyê de ferehtir kir û bi ti awayî daxwazên gel li ber çavan negirtin. Vê yekê jî rewatiya deshilatdariyê bi temamî ji holê rakir. Niha Îran di kêliyeke dîrokî ya veguherînê de ye û ber bi serdemeke nû ve diçe. Bi gotineke din, ber bi lipaşhiştina sîstema komara îslamî ve diçe. Serhildana Îlona 2022´yan serhildana berterefkirina astengiyan e; ew astengiyên ku rê li ber civakê girtin û nehiştin ber bi avakirina sîstemeke nû ve biçe.”
Jin jiyan azadî
Ji bo nîşana raperîna li Rojhilat “Jin jiyan azadî” jî Gulan Fehîm dibêje, “Me behsa destpêka jiyaneke nû û avakirina cîhaneke cuda ji ya sîstemê kir. Mirov nikare di hundirê sîstemê de jiyaneke birûmet bijî. Em hemî baş dizanîn ku ev rejîm, rejîmeke kevneparêz, zilamsalar û dijî jinê ye. Tenê şêwaza jiyana xwe qebûl dike û nihêrîn û şêwazên din ên jiyanê red dike. Tişta ku hatiye xerakirin û herimandin, maneya jiyanê ye. Ji bilî koletî û mêhtingeriyê, mirov nikare rewşa heyî bişibîne tişteke din. Bêguman jiyan tenê di azadîye de wateya xwe dibîne. Mafê her civakê heye ku di avakirina jiyana azad û watedar de ji bo xwe biryarê bide û wan biryarên xwe bi cih bîne. Avakirina jiyana azad, bi hewldan û hevgirtina civakê hemûyî pêk tê. Bêyî beşdariya nîvê cîvakê yanî jinan, jiyana azad nayê avakirin. Ji ber vê yekê, ”jin jiyan azadî” diruşimeyek bi tenê nîne. Hewldank e ji bo lipeyxwehiştina sîstema faşîst a dijî mirov a Îranê. Ev dirûşime di heman demê de paradîgma û ramaneke ji bo afirandina jiyana civakî di asta cîhanê de. Ev dirûşime ji sînorên ziman, nasname, etnîk, netewe, çîn, kultur û baweriyan û wêde diçe. Ew bû bingehekî paradîgmayî û kirdeyî ji bo lipeyxwehiştina sîstema komara îslamî.
Ev serhildan nîşana hişyarî û guherîneke mezin di civaka Kurd de ye. Di demeke kin de Jîna Amînî bû sembola serhildan û şoreşê. Di dema derbasbûyî de û di serhildanên berê de, zêde behsa daxwazên gel û neteweyên li Îranê nedihat kirin, yan jî kêm behsa wan dihat kirin. Berê her kes li benda destnîşankirina bernameya ji aliye navendê ve bû û nihêrîna navendgeran li ser feyz û zêhnîyeta civakê serdest bû. Destpêkirina serhildanê ji Kurdistanê, mudaxeleyeke bi destê civaka Kurd bû li rewşa her devera Îranê û bi taybetî Tehranê. Jina Kurd pêşengî kir li vê serhildanê, li doza rakirina hîcaba bi darê zorê; û civakê pişta jina Kurd girt. Ev nîşana îradeya civakê ji bo guhertinê û bidawîkirina dîktatorî û koletiyê ye.”
Destketiya Ocalan e
Ji bo derketina holê vê enerjiya jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Gulan Fehîm dibêje, “Bi salan e ku jina Kurd li her warê têkoşînê cihê xwe girtiye û di vê rêye de, di asta zêhniyetê û pratîkê de gehiştiye xwenasîn û xweçêkirinê. Ev rewş, destketiya bi salan a keda Rêber Abdulah Ocalan e. Ew jî niha di girtîgeha Girava Imraliyê de bi hikmê neadilane ya hetahetayî di destê dewleta faşîst a Tirk de rehîn tê ragirtin.
Damezirînerê felsefeya azadiya jinê, ew e.
Jinên Kurd wek jinan, jîn baş fêhm kirine. Di seranserê dîroka têkoşînê de, du şoreş bi hev re bi pêş de birine. Hem şoreş di warê civakî û hem şoreş di warê neteweyî de. Ev jî şiyan û hêza jina Kurd û têgihiştina wê ya rast a felsefeya azadiya jinê nîşan dide.
Di Îlonê de me bandora vê bîr û baweriyê li ser civaka Îranê di asteke berfereh de dît û siberojê jî em ê vê yekê bibînin.”
Aliyên Rojhilat hevaheng bûn
Hevseroka KODAR´ê Gulan Fehîm ji bo piştgiriya li hundirê Îranê ji derve jî got, “Ev cara yekê ye ku di van 40 salan de, em şahidiya ewqas hevdilî û hevdengî di astake wiha berfereh de dikin. Destpêkê di nava partiyên Rojhilatê Kurdistanê de hevahengiyek çêbû û wan ji bo şermezarkirina terora dewleta Îranê, bang li gel kir da ku çalakiyên hevbeş bikin.
Bersiva gel û ciwanan di vê qonaxê de nîşan da ku Kurd weke çalaktirîn beşa muxalefeta li dijî dîktatoriya Îranê, xwedî înîsiyatîfa pêwîst in.
Pêşengiya jinê û ciwanan, û berferehiya serhildanê li tevahiya bajarên Kurdistanê, bû sedem ku çavê her kesê biçe ser Kurdistanê. Bilêvkirina rast û çarçoveya daxwazên civaka Kurd ji bo gelên din bû nimûne.
Jîna Amînî bû sembol û koda vê şoreşê. Gelên Îranê siyaseta dewletê ya dijberiya navbera gelan pûç kir. Gel li hember tundiya dewletê daketin kolanan. Pêkhateyên civakê bi yekdengî xwestin ku dîktatorî û zordarî bi dawî bibin û bi dirûşimeyan piştgîriya hev du kirin. Ev bû sedem ku dewlet gavê bi paş ve biavêje.
Mixabin bêdengiya hinek alî û saziyên navneteweyî di vê rewşê de cihê guman û xembariyê ye. Bêguman, hêza gel têra guhertina rewşê dike, lê hewcehiya gel bi piştîwaniya topyekûn a muxalefetê û ya navneteweyî heye.”
Konfederalîzma demokratîk ji bo Îranê
Hevseroka KODAR´ê Gulan Fehîm îşaret pê dike ku esas gelan bi nerazîbûna xwe hêzên muxalefeta Îranê hişyar kiriye û vê jî li ser hêzên cihê yên muxalefetê zext ava kiriye ku li hev bikin û bi hev re hereket bikin. Bi ya wê “firsendeke baş ji bo damezirandina bereya yekgirtî bi hevkariya hêzên dijberê dîktatoriya komara îslamî bi dest ketiye.”
Ji bo gavên KODAR û PJAK biavêje û ji bo perspektîfa çareseriya pirsgirêkên siyasî li Îranê Gulan Fehîm dibêje, “PJAK’ê ji sala 2018’an ve bi hedefa avakirina platfroma demokratîk a Îranê, hin gavên pratîk avêtin. Bi salan e ku pergala netewe dewletê ya ku xwe dispêre neteweperestiyê, îmkana her cûre jiyan û bipêşketina siyasî û çandî ji gelan standiye û hewl dide wan nasnameyan tine bike.
Em niha şahidiyê dikin li tundiya dewletê ji bo têkbirina berxwedana gelên Îranê. Pergala konfederalîzma demokratîk, projeya me ya ji bo derketina ji vê rewşê û avakirina neteweya demokratîk e.
Neweteya demokratîk, tevahiya pêkhateyên neteweyî, etnîk, nasnameyî û olî dihewîne û bi nermiya xwe ya li hember ciherengiyan, dikare zilm û cudakariye nehêle, kahniya zilmê biçikîne. Ev pergal, aştiyeke mayinde û zemînê demokrasî û bipêşketinê diafirîne.”