10 roj in ku agir bi daristana Çiyayê Gabarê ketiye. Agir nasekine li daristanê diçe. Doh agir gurtir bû û xwe avêt herêma Berkeverê û gundê Cînetê.
Çiyayê Gabarê ku dikeve navbera navenda bajarê Şirnex û navçeya Cizîrê, ev 10 roj in dişewite. Li herêmê şewata ku piştî operasyonên eskerî dest pê kir, destûr nayê dayîn ku mudexile bê kirin. Ev jî dibe sedem ku şewat bi rojan dewam bike. Şewata ku 10 roj berê li herêmên Deriyê Gabar, Deşta Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memîrûka dest pê kir bi lez belav dibe.
Şewata ku didome li bajaroka Findikê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê û li gundê Zivingê ya Şirnexê belav bû. Ji bo vemirandina agir kes tiştekî nake.

MA/ŞIRNEX