Vê carê dora wan e!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 21:09

  • Li Emerîkayê “The Metropolitan Museum of Art” a li New Yorkê, ku weke “The Met” jî tê zanîn, vê carê tiştekî balkêş kir û cih da berhemên xebatkarên xwe. 

Li Emerîkayê “The Metropolitan Museum of Art” a li New Yorkê, ku weke “The Met” jî tê zanîn, vê carê tiştekî balkêş kir û cih da berhemên xebatkarên xwe. Xebatkarên ku li muzeyê dixebitin, bi berhemên xwe tevlî pêşangehê bûn û ev pêşangeha wan niha li xelkê vekirî ye. 

Di nav van kesan de karmend, berbirsyarên pirtûkxaneyê û teknîsyenên muzeyê hene. Kesên profesyonel yên ku vî karî dikin jî di nava wan de hene, lê ew jî ji bo debara xwe bikin li muzeyê dixebitin.

Muze, ji sala 1935’an ve bi 1700 xebatkarên xwe karê xwe dewam dike. Ji nav van 1700 kesî 450 kesan berhem şandin ji bo pêşangehê.

Kuratoriya pêşengehê jî midûrê muzeyê Daniel Kershaw dike. Di nav van berhemên ji bo pêşangehê de peyker, wêne, tablo û ji disiplînên cuda gelek berhem hene. Pêşangeha bi navê “Art Work: Artists Working at The Met” di 6’ê Hezîranê de deriyên xwe li xelkê vekirin û wê heta 19’ê Hezîranê jî dewam bike. 

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.