Van Goghê bextewar

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Hezîran 2021 - 05:46

Moghaddam, van Goghî di nav xwezayê de wek kesekî bextewar nîşan dide û geh wî li bin dara behîvê û geh li nav pirêzeyeke zer û geh jî di bin stêrkan de xêz dike.

Şêwekarê împresyonîst Vincent van Gogh di jiyana xwe de tenê karîbû tabloyekî xwe bifiroşe û pere qezenc bike, lê niha tabloyên wî li dinyayê tabloyên herî biha û naskirî ne. Şêwekarê navdar ê Holandî bêhtir li nav pirêzeyên geniman digeriya û di nav xwezayê de tabloyên xwe çêdikirin. Ew herî zêde bi tabloyên xwe yên gulberojan, şevên bi stêrk û otoportreyî tê naskirin. Efsûna hunerê wî û tabloyên wî hîna jî kesên hunerhez di bin bandora xwe de dihêle û berê wan dide nav tabloyên xwe. Yek ji wan kesên ku di bin bandora van Gogh de mayî û daye dû tabloyên van Gogh, karîkaturîstê Îranî Alireza Karimi Moghaddam e. Moghaddam derbarê jiyana van Gogh de xêze romenek çêkiriye û jiyana van Goghî bi xêzên nû ji nû ve nirxandiye. Ya rastî ji tablo, qismîn jiyana wî îlham girtiye û jiyanke ku tê de van Gogh bextewar xêz kiriye.

Di xêzên da van Goghekî din

Van Gogh sala 1890’î xwe kuşt, dawî li jiyana xwe anî. Jiyana van Gogh jiyaneke dijwar bû û wî ti carî rehetî ji canê xwe nedîtibû. Xem û kulên wî gelek bûn û jiyana wî di nav derûniyeke ne baş de derbas bû. Lê Moghaddam wî bi xweşiyê bi bîr tîne û bi xêzên xwe eşqa van Gogh a li hemberî jiyanê nîşan dide. Xêz û grafîkên Moghaddam têkiliya van Gogh a bi xwezayê re şirove dike û behsa îlhama van Gogh dike ya ku wî ji xwezayê girtiye. Moghaddam, van Goghî di nav xwezayê de wek kesekî bextewar nîşan dide û geh wî li bin dara behîvê û geh li nav pirêzeyeke zer û geh jî di bin stêrkan de xêz dike.

Frîda Kahlo û van Gogh di tabloyekê de

Moghaddam her çiqasî bi rasteqînî qala jiyana van Gogh bike jî, ew ji hêlekê ve jî jiyana van Gogh wek jiyaneke fantastîk xêz dike û nîşan dide. Di xêzên Maghaddam de em Frîda Kahlo û van Goghî li gel hev dibînin. Şêwakara Meksîkayî Frîda Kahlo di dema van Gogh de tine bû, lê em li kêleka van Goghî Kahlo dibînin. Moghaddam dibêje, “Frîda Kahlo jî wek van Gogh di nav şert û mercên dijwar de jiya û pirr êş û azar kişand. Di jiyana van Gogh de qet destgirtiya wî çênebû û ji kesî hez nekir. Min jî ew bi Frîda Kahlo re da naskirin û çîroka wan balkêştir kir.”

Ez jê re rêzê digirim

Moghaddam hema bibêje, di xêzên xwe hemûyan de şêweyê van Gogh bi kar tîne. Derbeyên firçeyê û motîfên ku li dora hev dizîvirin. Moghddam hêvî dike ku ev xêzên wê, dê şêwekarekî wek van Gogh ji nûve vejînin û bikin ku mirov dîsa bala xwe bidin tabloyên wî. Moghaddam dibêje, “Ez bawer dikim ku van Gogh jî piştigiriyê dide xêz û gotinên min û heger ew sax bûya, dê heman tişt bigota ji bo bînerên xwe. Ez li hember jiyana wî û hunerê wî rêzê digirim. Ev yek peywira min e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.