USCIRF:Zextê li dewleta Tirk bikin
Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:18
- Nadine Menza rapora salane ya USCIRF eşkere kir û di raporê de her wiha xwest pêşniiyazên wan ên ji bo Rêveberiya Xweser bên qebûlkirin.
Seroka Komîteya Azadiya Dînî ya Navneteweyî ya Kongreya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (USCIRF), Nadine Maenza got, “Dewleta Tirk sê caran dagir kir, her carê erd dagir kir û stand, şert û mercên li van erdên dagirkirî jî nezîkî şert û mercên xelîfetiya DAIŞ´ê û dûrî şert û mercên li bin rêveberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.”
Nadine Maenza rapora salane ya USCIRF eşkere kir û di raporê de her wiha xwest pêşniiyazên wan ên ji bo Rêveberiya Xweser bên qebûlkirin.
Di heman rapora salane de USCIRF´ê Tirkiye xist Lîsteya Taybet a Şopandinê.
Di rapora salane ya USCIRF´ê de hin ji pêşniyazên ji bo Rêveberiya Xweser li rêveberiya Biden tê kirin jî ev in:
- Zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji tevahiya erdên Rêveberiya Xweser ên dagirkirî vekişe; heta ev biqewime jî zextê bikin li Tirkiyeyê da ku li gorî agirbesta 2019´an tevbigere; her wiha ji Tirkiyeyê bixwazin ku komên çekdar ên ser bi dewleta Tirk dawiyê li çalakiyên xwe yên tesîra neerênî li hindikahiyên dînî û etnîk dikin.
- Rêveberiya Xweser weke hikûmeteke rewa ya herêmî nas bikin; wê ji ceza û mueyîdeyan muaf bikin; û daxwaz bikin ku ew di nava her çareseriya dawî de ya ku DYE destekê bidiyê, cih bigire, li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya hejmar 2254, di nava vê de hevdîtinên li Cenevreyê yên ji bo çareserkirina şerê li Sûriyê “weke bingehekî pêvajoyeke derbasbûnê ya Sûriyeyê wê bi rê ve dibin û xwediyê wê ne”.
- Destekê bidin hewldanên li erdên Rêveberiya Xweser ji bo fînansekirin û bipêşvebirina bernameyên cihî ji bo xwedîderketina li pirrengiya dînî, bipêşvebirina azadiya dînî û mafên elaqedar.
WASHINGTON