Umîd û hêviya Helebceyê

Sêşem 15 Adar 2022 - 22:12

  • Umîd her reş li xwe dike û ji bo mêvanên bîrdariyê hazir û amade ye. Ew nahêle em êşa qirkirinekê ji bîr bikin da ku haya me ji me hebe, da ku em hişyar bin. Lê ji ber ku Umîd Heme Elî Reşîd vî karî dike, ew hêvî ye jî. 

LUQMAN GULDIVÊ

Pîqapeke ku deriyê wê yê paşê tam nehatine girtin. li nava wê û li derdora wê 24 laş. 24 mirovan xwe avêtibû bextê wê. 20 ji wan mirin, li wê derkê, hema li cihê lê bûn hew karîn, û ruh dan. 4 ji wan sax filitîn. Çi saxî? Ji mirinê xirabtir bû. Umîd ê 14 salî yek ji wan bû. Ji pênc nefsên mala xwe tenê ew sax filitî ji bêhna sêvan. Bêhna sêvan a kujer, bêhna sêvan a ji Elmanyayê. Çawa ku Paul Celan gotiye, “Mirin hostekarekî ji Elmanyayê ye”*, ji sedî 70’yê teknîka bernameyên sîlehên kîmyewî yên Sedam Hiseyn ji Elmanyaya Federal (BRD) bûn**. 

Umîdê nîvmirî ji wir rakirin û birin Îranê, li wir derman kirin. Îro pîqaba ew tê de hatibû ber mirinê, li nav baxçeyê Bîrdariya Helebceyê ye. Û li ber wê dinivîse, ji 24 kesan 20 sax filitîn. Wê rojê bêhtirî 5 hezar mirovên li Helebceyê bi carekê mirin. Qederê 10 hezar Helebceyî jî birîndar bûn. Gelek ji wan weke Azad li Îranê hatin dermankirin. Gelek zarok û pitik ji dayik û bavên xwe qut bûn, îro jî li cem hin malbatên Îranî ne. Her cara yek ji wan tê dîtin û li malbata xwe tê vegerandin, ev dibe cihê şahiyê li bajêr.

Bîrdariyek ji neteweyekê re

Bîrdariya li Helebce, ne tenê rojekê bi bîr tîne. Ew hewldana tinekirinê ya misêwa bi bîr dixe. Ji destpêka bajêr ve, kesayetên girîng ên bajêr, rojên wê yên dîrokî bi wêneyên li ber dest mane tên nîşan dan li nava muzexaneya li nav bîrdariyê. Em ji dîrokê ber bi roja îro ve dimeşin.

Lê mesele ne tenê ev e: Hesabê bilindahiya bîrdariyê, danîna lewheyên di nava wê de hemû ji bo avakirina bîreweriyeke neteweyî hatine lêkirin. Ne bîreweriyeke neteweyî ya bi Başûr sînordarmayî. Ew destên li jora bîrdariyê, di ser wan pelqazên çermê ji gazê şewitî re digihin hev gihiştina hev a parçeyên Kurdistanê temsîl dike.  

Piştî bi 34 salan

Min wêneyek girt li cihê bîrdariyê. Karmendê bîrdariyê ji me re behsa bîrdariyê dike. Ji serî heta binî wî em gerandin û ber bi dawiyê ve em gihandin vî cihê wêne lê hatîgirtin. Umîd Heme Elî Reşîd ê 48 salî ji me re behsa dermankirina xwe ya li Îranê dike, û li pişt wî resmê Umîdê 14 salî xuya dike.

Umîd her reş li xwe dike û ji bo mêvanên bîrdariyê hazir û amade ye. Ji hewşa bîrdariyê heta bi muzexane û lewheyên sembolîk ên li navenda bîrdariyê, ew nahêle em êşa qirkirinekê ji bîr bikin da ku haya me ji me hebe, da ku em hişyar bin. Lê ji ber ku Umîd Heme Elî Reşîd vî karî dike, ew hêvî ye jî. Hêviya ku careke din tişta hate serê xelkê Helebceyê neyê serê ti Kurdê din. 

* Sala 1990´î ji weşanxaneya Hoffmann und Campe ya li Hamburgê bi sernavê “Der Tod ist ein Meister aus Deutschland” derçû. Ev sernav ristek e ji helbesta wî ya ’Todesfuge’ a Paul Celan.

** Binihêre li rapora mafê mirovan a GfbV ya Adara 2018’an (Hejmar 83), li rûpel 83’yan û pê ve. Tevî vê yekê jî heta îro jî Elmanya xwe ji berpirsiyariya fermî vedide û Enfalê jî weke qirkirin qebûl nake.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.