Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:32

  • Zarokê Kurd Ûgûr Kaymaz beriya bi 17 salan li Qoser a ser bi Mêrdînê, bi 13 fîşekan di 12 saliya xwe de bi rengekî xwînxar tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz hate qetilkirin. 

Zarokê Kurd Ûgûr Kaymaz beriya bi 17 salan li Qoser a ser bi Mêrdînê, bi 13 fîşekan di 12 saliya xwe de bi rengekî xwînxar tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz hate qetilkirin. Ew doh li ser gora xwe hat bibîranîn. 

Ûgûr Kaymaz û bavê xwe Ahmet Kaymaz 12'ê Mijdara 2004'an li ber deriyê mala xwe ji aliyê polêsên Tirk ve hatibûn qetilkirin. Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bi 13 fîşekan hatibû qetilkirin.

Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz li Goristana Taxa Ataturk hatin bibîranîn. Endamên rêxistinên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) û malbata Kaymaz tevlî bibîranînê bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Mêrdînê Salih Kûday li merasîmê axivî û got, bi eşkerekirina failan û cezakirina kujeran pêşî li kuştina zarokan dikare bê girtin.

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.