‘Tûrik’ê hepsiyan ê dewlemend

Nûçeyên Jin

Duşem 16 Çile 2023 - 11:09

  • Hevalên ku ji bo kovarê xebitîn, gelekî jêhatî bûn. Me xwest em tiştekî xwezayî biafirînin ji lewma me rengê kaxizan guherand...

ROJDA AYDIN / JÎNNEWS / AMED

Girtiyên tevgera azadiyê yên ku li hepsên dewleta Tirk ên Kurdistan û Tirkiyeyê ragirtî ne, li gel şert û mercên xirab, zilma dewleta Tirk a hepsan bi her awayî li ber xwe didin û diafirînin. Yek ji wan hepsên ku bûye warê afirîneriya jinan jî Hepsa Jinan a Amedê ye. Jinên girtî yên Kurd di hepsê de kovareke bi navê “Tûrik” ku ji 51 rûpelî pêk tê, derxistine. Di kovarê de gelek nivîs, helbest û çîrok hene. Jinên ku kovarê derxistine xwe gihandine ajansa Jînhayê û bi vî awayî kovar gihandine derve.

Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, diyar kir ku ligel şert û mercên xerab ên li hepsê, wan li Hepsa Jinan a Amedê kovareke bi navê “Tûrik” derxistiye û got; “Pêşî me kaxizên spî xistin nav ava çay û qehweyê. Piştî ku me kaxiz ziwa kirin, rengê kaxizên spî guherî û me li ser van kaxizan nivîs nivîsîn. Her wiha hevalên me yên xêzkar jî li ser heman kaxizan resm çêkirin. Yanî ev kovar kovareke komînal e û bi keda gelek hevalên jin derketiye.”

Dewlemendiya tûrikê Kurdan

Yuksel Almas piştî ku 9 mehan di hepsê de dimîne, tê berdan, wê diyar kir ku haziriya kovarê bi awayekî hevpar pêk hatiye û wiha behsa kovarê kir; “Hevalên ku ji bo kovarê xebitîn, gelekî jêhatî bûn. Me xwest em tiştekî xwezayî biafirînin ji lewma me rengê kaxizan guherand. Me li ser navê wê jî gelek nîqaş kirin, herî dawî me li ser ‘Tûrik” li hev kir û welê biryar da. Di tûrikê Kurdan de her tişt heye, ew nîşaneyeke çanda Kurdan e jî û tûrikê Kurdan dewlemend e. Jixwe, di kovara me de jî gelek cûreyên nivîsan hene.”

Em li hepsiyan xwedî derkevin

Yuksel, di dawiya axavtina xwe de got, “Dil dixwaze ku tu kes di hepsan de nemîne û her girtî rojekê berî rojekê bigihîje azadiya xwe. Lê divê were zanîn jî, em li wir bi awayekî fizîkî dîl hatine girtin. Nihêrînên me azad in û ti tişt nikare li hember nihêrîna me bibe asteng. Germahî û hevaltiya li hepsan moral û motîvasyonekê bi meriv re çêdike. Ji lewre, divê em hepsiyan ji bîr nekin û li wan xwedî derkevin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.