Tola salan ji jinan hiltînin

Aysel AVESTA nivîsand —

yekşem 26 tîrmehê 2020 - 23:00

  • Nûnerê pergalaa pênc hezar sal Tayip Erdogan tola salan ji jinan hiltîne. Tişta ku Marduk li hemberî Tiamat, Enkîdo li hemberî Înana nebiriye serî ew dixwaze temam bike.

Jinên ku hemû nirxê civakê li dora xwe parastine ji destpêka dîrokê ve çawa li hemberî zalim û zilimkaran serî netewandin îro jî natewînin. Jinên ku xwe dispêrin kevneşopiya çanda xwedawendan ji nû ve xwe ji xweliya xwe afirandin.
Rêber Apo têkoşîna azadiya jinan weke sê zayina pênase dike û dibêje; Ji dayîkbûna yekemîn ji zaroktiyê destpêdike dike. Çêbûna duyemîn ketina rêka tekoşînê ye. Ya sêyemîn jî lêgerîna li heqîqet û azadiyê ye. Elbet rêka xwegihandina heqîqet û azadiyê gelek berdêlên giran dixwaze. Jinên ku biryara azadiyê dane hemû êriş û berdêl dane berçavên xwe û têdikoşîn.

Jinan ji nîvê sedsala 20'an ve bi gelek rêbazan li ser vê erdnîgariyê têkoşîna rûmet û azadiyê dan meşandin. Di sedsala 21'an de jî ku weke sedsala jinê tê pênasekirin vê têkoşînê bi biryardarî dewam kir. Têkoşîna jinan a vê sedsalê di serî de Kurdistan li tevahiya cîhanê ji civakên ku di nava pencên pargala kapîtalîs de fetisî re bû hêvî. Jin li gel parastina îrada xwe nirxên civaka exlaqî û polîtîk hemûyan jî diparêze û maskeyên dagirkeran hemû yek bi yek dadixîne. Hişmendî, îrade û sekna çalak a jinan pergala wan bi têkoşînê xist ber lêpirsînê. Jinan li hemberî pergala wan gotin ’Em zilma we qebûl nakin, bêdeng namînin û çok danayinin’ rabûn serhildanê, daxwaza maf û azadiya xwe kirin. Ji lewma desthilatdariyê her tim ji xwe re jin weke gefa herî mezin dîtin. Wan baş fêmkir ku jin êdî bûne hêz û pergala xwe ya alternatif ava dikin. Jinan navê vê pergalê jî kir pergala parastina nirxên wekhevî, azadî û demokrasiyê. Ji bo pêkanîn û mayîndekirina vê pergalê bi wêrekî û biryardariyeke mezin, têkoşîna xwe ya azadiyê didin meşandin.

Pergala ku ji vê hêza jina rêxistikirî ditirse her roj êrişî nasname û nirxên jinê dike. Dixwaze di şexsê jinê de hîmê civakê birizîne û bê bandor bike. Di salên 1980 û 1990'an de ji zîndanan bigre heta her qada jiyanê ji bo şikandina îrada civakê li ser bedena jinê gelek kiryarên dij-mirovî hatin kirin. Lê şoreşger û pêşengên mîna Sakîne Cansiz li hemberî êşkencekaran bi berxwedan û sekna mîlîtanî bersivên pêwist dan. Li hemberî gerîlayên azadiyê gelek kiryarên ji derveyî exlaqê mirovahiyê pêk anîn. Li hemberî jinên têkoşer yên li Rojavayê Kurdistanê ku bûn çavkaniya îlhamê ji bo hemû jinên cîhanê êrişên cûr be cûr kirin û dikin.

Niha jî li Bakûrê Kurdistanê li gel derxistina qanûnên piştgiriyê dide kujerên jinan vê carê jî bi nasnameyên serbazên dewleta Tirk yên fermî û çawişên pispor li nava kolanan destdirêjî jin û zarokan dikin. Jinên ciwan winda dikin û faîlên wan diparêzin. Ew jî nebese di ser de jin û zarokan weke sûcdar nîşan didin. Herî dawî bûyerên li Êlih û Şirnexê mînakên vê yekê ne. Windakirina Gulîstan Dokû nîşaneya vê dijminatiya li hemberî jinê ye. Lê êdî ev siyaseta wan a qirkirinê ji aliyê jinan de hat pûçkirin. Tişta ku dawiya vê pergalê bîne bê guman helwesta civakê ye. Ji ber ku êrişên li dijî jin û zarokan êrişên li dijî hemû nirx û pîroziyên civakê ne. Lazim e ku civak van êrişan bike sedema şoreşê û rabe serhildanê. Ji ber ku êdî dijmin ti ferqê naxe navbera mirovan, bêdengiya li hemberî van bûyaran sedama rizandin û ji hole rakirina nirxên exlaqî yên civakê ne. Di serî de jin û ciwan divê hemû bêşên civakê xeteriya van êrişan ji kûr ve fêm bikin, hîs bikin û weke êrişên li dijî xwe bihesibînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.