TJK-F’ê ji cîhanê re got Jin jiyan azadî

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 9 Adar 2023 - 01:10

SELMA AKKAYA / PARÎS

Îsal jinan li pêş Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bibîranîna şervan û nûnera azadiyê Evîn Goyî, dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kirin. Ji bo 8’ê Adarê Platforma On Arrete Toutes ku hemû tevgerên jinan ên li Fransayê li gel Tevgera Jinên Kurd ava kirin, banga grevê kiribûn. Di vê çarçoveyê de Jinên Kurd di saet 11.00’an de li kolana D’Enghien li hev kom bûn. Jinên ku bi 34 zimanî erbaneyên li ser ‘Ez Evîn Goyî me’ nivîsandibûn hildan, li ser rihê şehîdên azadiyê rêzgirtin.

Jinên Kurd ji cihê komkujî pêk hat, dest bi meşê kirin û tim û tim dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ û edaletê berzkirin. Di axaftinên di nava meşê de hate gotin;’’Em hemû jinên li cîhanê ku bûne hedefa kuştinan û yên ku van protesto dikin, silav dikin.’’ TJK-F li meydana Republique li gel tevgerên din ên jinan, di saet 14.00’an de ber bi meydana Nation dest bi meşê kir. Di çalakiya 8’ê Adarê de ku nerazîbûnên li dijî qanûna teqawidiyê û kuştina jinan, herwiha piştgiriya bi jinên cîhanê re derkete pêş, jinan careke din dirûşmeya azadî berz kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.