‘Tiştekî ne gengaz nîne’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:30

Bi dirûşmeya ‘Tiştekî ne gengaz nîne’ li Çemçemalê pêşengehek ya şêwekarî û hunerên dest hate vekirin. Di pêşengehê de hate ragihandin ku ji bo teşwîqkirina xwendevanan di warê hunerî de ev pêşengeh hatiye lidarxistin.

Li dibistana amadeyî ya giştî ya beşa zanistî ya keçan a li navçeya Şoreş ya ser bi bajarokê Çemçemal a Silêmaniyê, pêeşngehek ya şêwekarî û hunerên dest hate lidarxistin. Di pêşengehê de 120 tabloyên rengûreng yên ku ji aliyê 100 xwendevanan ve bi şêwazên bizmarî, hirî, xêzkirin û wênekêşî hatin çêkirin hatin nîşandan.

Yek ji xwendevanên beşdarî pêşengehê bûyî Marya Şaxewan di derbarê pêşengehê de ji axivî û got: “Bi dirûşmeya ‘Tiştekî ne gengaz nîne’ me xwest em vê pêşengehê lidarbixin. Ev sala çarane ku em vê pêşengehê li ser hev lidardixin. Ji bo vekirina vê pêşengehê em spasiya mamostayên xwe dikin.”

Serpereştyara pêşengehê Mamosta Tiwana Talîv jî derbarê heman mijarê de axivî û got: “Armanca me ji vê pêşengehê ewe ku bala xwendevanan bikişînin ser karên hunerî û wênekêşiyê ku behremendiyên xwe yên hunerî keşif bikin. Dibe ku hinek beşan de me alîkariya wan kiribe, lê di çêkirin û rengdana tabloyan de xwendevanan bi xwe çêkirine. Ev ji bo teşwîqkirina xwendekaran e ku di salên pêş de li ser hunera xwe bi xwe bixebitin. Armanca vê pêşengehê ew bû nîşanî xwendevanan bidin ku her tişt pêkan û gengaz e.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.