- Hunermendên Tebqa ji êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê nerazîbûna xwe îfade kir.
Komîteya Çand û Huner a Teqayê bi daxuyaniyekê, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û êrişên wê yên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin.
Hevseroka Komîteya Çand û Huner a Tebqayê, Bêrîvan Dodix li pêşiya Navenda Çandî ya li Tebqayê daxuyanî xwend. Endamên komîteyê û gerînendeyên girêdayî wê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de bal bire ser siyaseta dewleta Tirk û hewldanên wê yên domdar ji bo vegerandina xewna Osmaniyan û şikandina vîna gelan û diyar kir ku gelên herêmê li dijî van siyasetan disekinîn.
Her wiha komîteyê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcan dikin li dijî gelên herêmên dagirkirî ji Efrînê heta bi Girê Spî û Serêkaniyê, şêniyan dikujin, talan dikin, didin koçberkirin û demografiya herêmê diguherin.
Komîteyê di dawiya de got, dewleta Tirk ewlehiya li herêmê piştî tinekirina DAIŞ`ê peyda bûyî, qebûl nekiriye, û ji ber wê, li ber çavên cîhanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine û niha jî hewl dide Eyn Îsayê dagir bike.
Dewleta Tirk a dagirker di nava meha bihurî de gelek caran êriş birin ser Eyn Îsa û derdorawê û herî kêm 4 welatî jî qetil kirin. QSD'ê karîbû pêr êvarê jî êrişên li dijî gundê Mielek bişikîne.
ANHA/TEBQA