ŞIYAR ZAXO

 

Civînên ji bo diyaloga siyasî yên di navbera Hikûmeta Serrac û aliyê Hefter de duşema bihurî li Tûnisê çêbûn. Ev civîn bi sponsoriya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rê ve çûn. Armanca wan esas avakirina hikûmetekê û hilbijartinên parlamenekê ye. Bi giştî 75 delegeyên ji sê herêmên Lîbyayê beşdar bûn. Halê hazir Lîbya wiha hatiye parçekirin: Rojavayê Lîbya, Rojhilatê Lîbya û Başûrê Lîbya.

Yek ji tiştên ku wê minaqeşe gelekî li ser hîna jî bên kirin wê avakirina Konseyeke Serokatiyê be. Di konseyê de wê sê kes hebin. Konsey jî wê ji hikûmeta bê avakirin derkeve. Her kesek jî divê ji herêmeke cihê be; yek ji rojava, yek ji rojhilat û yek ji başûr. Di vê de wê avakirina hikûmetê û pêkhatina wê esas diyarker be.

Xisûsa dinê jî wê bibe hilbijartinên parlamenê. Armanca civînên li Tûnisê lihevkirina li ser van herdu xisûsan e.
Nûnerê NY´yê reşnivîsek amade kir ji bo civînan. Ew reşnivîs li ser wê ye ku aliyan hemûyan di milê siyasî de bigihîne hev. Ev civîn jî weke dewamkirina civînên berê li Cezayir, Misr û li Fasê bi rê ve çûyî ne.

Civînên beriya vê li bajarê Boznîqe yê Fasê çêbûn. Encama wê civînê Belgeyên Boznîqe ye. Alî dibêjin, me di van belgeyan de li ser çi li hev kir, em ê wan nîqaş bikin û dewam bikin. Encamên civînên li Tûnisê jî Belgeyên Qemret in, niha armanc baştirkirina van belgeyan e. Navê belgeyan jî ji taxa paytext Tûnisê ya bi navê Qemret tê ku civîn lê pêk hatin.

Di van belgeyan de biryar e ku di nava 18 mehan de hikûmet bê avakirin û hilbijartin bên kirin. Di reşnivîsa NY´yê de hatiye diyarkirin, heke di nava van 18 mehan de ev herdu xisûs pêk neyên, ji mafên 75 delegeyên civînên li Tûnisê ye ku dest werdin û bikin ku biryar pêk bên.

Aliyên elaqedar ên ji derveyî Lîbyayê bi xwe, di vê meseleyê de hem xweşbîn û hem reşbîn in. Sedema sereke ya reşbîniyê ew e ku di nava aliyê hikûmeta wîfaqê de yanî aliyê ku Tirkiye pişta wî digire, li dijî li hevkirinê dijberî heye. Jixwe bi rêya wan kesên ku Tirkiyeyê tesîr li wan dikir ên beşdarî civînê bûbûn, Tirkiyeyê hewl da civîn bê encam bimînin, biyar di wan de neyên girtin. Di meseleya pêkhatina biryaran de ji vî milî ve metirsiyek heye.

Yanî niha tişta cihê xweşbîniyê ew e; heger hêzên hegemon, zirhêzên dinyayê zextê li Tirkiyeyê bikin da ku zêde mudaxeleyî karê navxwe yê Lîbyayê neke, hingê dibe ku ev civîn bi ser kevin.

Li aliyê din Misr xwedî dewreke mezin e. Civîn li ku derê çêbibin bila çêbibin, piştî civînê alî diçin serdana Misrê. Li gorê wê jî yan Misr piştgiriya wan dike yan jî na. Herçî aliyê Hefter e, pirraniya delegeyên beşdarî civînên li Tûnisê bûn, ji Misrê çûne. Ji bo Misrê ya muhim yekparebûna xaka Lîbyayê ye. Ew dixwaze hikûmeta bê avakirin jî nêzî Misrê be.
Li vir em bûyerekê jî bi bîr bixin. Jineke parêzer a bi navê Hennan El-Berassî ku bi meseleya mafê mirovan dadikeve li Binxazî hat kuştin. Heta niha, kê ew kuştiye, kes nizane û ev yek bûye sedema nerazîbûneke tund a navneteweyî.
Di milê eskerî de, şer bi giştî sekiniye. Wekî din bakurê Efrîka aram e. Lê li başûr, li Mozambîkê DAIŞ´ê gelek bajarên benderan xistine destê xwe û tirs heye ku DAIŞ hevalbendên xwe ji dinyayê li wir kom bike û wir ji xwe re bike baregeh.