Tirkiye sivîlan qetil dike herêm bêdeng e!

Duşem 11 Îlon 2023 - 00:15

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Bi taybet dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe, dewleta dagirker rojane li nav gund û bajarên Başûrê Kurdistanê xelkê sivîl dike hedef û qetil dike.

Di 5’ê Îlonê de balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker li Binarê Qendîlê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de ziyanek mezin gihişt avahiya Şaredariya Binarê Qendîlê. Xelkê Binarê Qendîlê derbarê êrişan de axivîn.

Divê êdî bêdeng nebin

Ayşe Nebî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker nêzî Şaredariya Binarê Qendîlê bombebaran kir, li wir tenê xelkê sivîl hebû û got; “Li wir rê dihat çêkirin, paqijî dihate kirin, li kuderê cihek xirabûyî be, şaredarî wir çêdike. Em dijî êrişên rojane yên li ser Binarê Qendîlê ne. Nabe êdî Hikumeta Herêmê û aliyên siyasî bêdeng û bê helwest bin. Ji ber ku rojane dewleta Tirk li nav bajar û gundan, wesayîtên sivîlan dike hedef û komkujî pêk tîne. Divê êdî bêdengî were şikandin û her kes dakeve kolanan.”

Daxuyanî jî nedan

Feysel Mihemed jî diyar kir ku şaredariya Binarê Qendîlê, di zivistan û havînan de hertim di xizmeta xelkê û gundên Binarê Qendîlê de ye û got; “Xelkê livir, hemû sivîlin, lê dewleta Tirk li kuderê wesayîtek ya xelkê bibîne, bombebaran dike. Di rojên borî de balafira dewleta Tirk ya faşîst wesayîtek li nêzî şaredariyê bombebaran kir. Êriş bû sedema tirsê, Hikumeta Herêmê jî weke her carê bêdeng ma, bi daxuyaniyekê jî êriş nehate şermezarkirin.”

ROJNEWS/BINARÊ QENDÎLÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.