Tirkiye sedema vegera DAIŞ’ê ye
Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 03:00
Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û 98 sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê daxuyaniyek dan û bi tundî êriş û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku ev êriş dê bibin sedema vegera çeteyên DAIŞ'ê. Di daxuyaniyê de ev daxwaz arasteyî rêxistin û saziyên navneteweyî hatin kirin:
* Rawestandina hemû kiryarên tundiyê û kuştinê li Sûriyeyê û li herêmên Kurdan.
* Hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê bê şert û merc ji hemû herêmên Sûriyeyê vekişin.
* Diyarkirina rewşa kesên ku ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine revandin û yekser serbest berdana wan.
* Rawestandina polîtîkayên koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografiyê.
* Çareserkirina doza Kurd bi awayekî dadmend û demokratîk di nava destûra Sûriyeyê de.
* Pêşxistina çanda welatîbûn, lihevhatin û aştiya navxweyî ku bibe garantiya yekitiya civaka Sûriyeyê.
NAVENDA NÛÇEYAN